DAIŞê, nav bajarokê Daqûqê topbaran kir

Şeva borî çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê nav bajarokê Daqûqê topbaran kir.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê navçeya Daqûqê yê PDKê Hîwa Reşîd ji BasNewsê re ragehand; ‘’Şeva borî 11.02.2020ê çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê 3 mûşekên katoşa avêtin navenda qeza Daqûqê, lê ti zîyaneke canî çênebû.’’

Herwaha got: ‘’Hêzên ewlehîyê rê nadin ti kes nêzîkî cîhê ku ew topên katoşayê lê ketine nêzîk bibe û dengê balefiran jî li esmanên bajar tê.’’

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin