Danişîna doza Demîrtaşî encam da

Danişîna doza Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaşî îro li Kambûsa Girtîgeha Sîncanê ya li Enqerê encam da. Demîrtaşî ji dadgehê re got ji ber ku ne we biryara girtina min daye û ev biryareke siyasî ye divê hûn xwe jê paşve bikşînin.

Doza Demîrtaşî ku îro di 19emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ya li kampûsa Girtîgeha Sîncanê hati dîtin, 31 fezlekeyên rakirina parêzbendiya parlementeriya wî li xwe digire.

Demîrtaşî parastina xwe bi zimanê Kurdî da destpêkirin û ji ber alîgiriya hikûmetê kiriye, rexne li Dadgehê kir û got: "Ji vê doza ku hûn nikarin bi awayekî bêalî bimeşînin divê hûn wek lijne, xwe jê vekişînin. Heke venekişin, em ê daxwaza redkirina dozgerî bikin."

 We ez ji ber twîttên ku ji hesabeke sexte hatine avêitin girtime û herwiha ev palpiştên han ji aliyê kesên ku bi tohmeta endamtiya cemaetê têne sûcdarkirin ve hatin amadekirin. Ji bo AKPê di hilbijartinê de bi ser bikeve we ez di zindanê de hiştim. Çima ku ez li zindanê bûm AKPê bi ser ket. Min di zindanê de bangeşeya hilbijartinê meşandim. Hûn bûn sebeba vê yekê."

Ji ber nepabendiya biryara DMMÊyê rexneyên tund li dadgehê girt û got: "Roja ku Dadgeha Îsînafê biryara min pesend kir, Serdadgerê Komarê ya Enqerê digel Erdoğanî wêne dikşîne û di medyaya civakî de parve dike. Ev dinya ji Siltan Silêman re nemayê, ma wê ji Erdoğanî re bimîne."

Demîrtaşî daxwaz ji dadgehê kir ku ji dosyayê vekişîne û got heke na ew ê daxwaza redkirina dadgerî bike.

Danişîna doza Demîrtaşî dê 3 roj berdewam bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin