Danûstandinên Rûsya û Tirkîyê yên Ser Îdlibê Didomin

Hevdîtinên şandeyên Rûsya û Tirkîyê yên ser Îdlibê di roja duduyan de didomin.

Navenda Nûçeyan - Her du şande li Wezareta Derve ya Rûsya kom bûn.

Di civînê de, xêncî dîplomatan berpirsên leşkerî û karbidestên îstixbaratê jî hene.

Rûsya piştgirîya hêzên hikûmeta Sûrîye dike û li alîyê din jî Tirkîye alîkarîyê dide serhildayên Sûrî.

Neteweyên Yekbûyî (NY) radigihîne ku ji Berfanbarê vir ve 900,000 kes ji herêma Îdlibê koç kirine û banga agirbestê dike.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e