Daxuyaniya li derheq kombûna rêberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

.

Li kombûna rêberatî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de nûtirîn guherînên siyasî yên Kurdistanê, Îran û deverê hatine berhevdanê û tekezî li ser vê hate kirin ku komra îslamiya Îranê piştî zêdetir ji 4 dehikan çêkirina kirîzan û alozkirina Rojhilata Navîn, lawaztir ji her demekê ye û rastî mezintirîn qeyrana rewatiya siyasî hem li navxwe û hem li nava civatgeha cîhanê hatiye.

Kombûna rêberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îran, roja Dûşemî 16ê Rezberê, bi beşdariyta nêzî bi tevav a endamên rêberatî û bi armanca gengeşekirin û hilsengandina rewşa siyasî li Îran û deverê û hertwisa karlêkeriya wê rewşê li ser xebat û tekoşîna Gelên Îranê û tevgera siyasiya Kurdistanê bi rê ve ço.

Kombnûn bi ragitina xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji yad û bi bîranîna şehîdên Hizba Dêmokrat û xebata mafxwazaneya gelê Kurd li Îranê dest pêkir. Piştre rêzdar Mistefa Hicrî, berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, şiroveya Navenda Birêveberiya Hizbê li derheq nûtirîn guherînan ên siyasî û dîtingeh û siyaseta Hizba Dêmokrat li hember bûyer û pêşhatên siyasî yên rojevê, şirove kirin. Li beşên din ên kombûnê de endamên rêberatiyê, dîtingeh û raya xwe li ser wan mijaran pêşkêş kirin û navenda Birêveberî ya Hizbê bo hejmarek erk û berpirsayetî, erkdar kir.

Rêberatiya Hizba Dêmokrat bi hilsengandina şerê nû yê li deverê ku li sala derbasbûyî de bi êrîşkirina Hemasê bo ser Îsraîl, dest pêkir û niha kevtiye duyemîn sala xwe de, li ser wê baverê bû ku komara îslamiya Îranê ku bizvîner û agirhilkerê wî şerî bû, hizir nedikir paşhatên bi ew qas giran bo ser xwe li pey xwe bîne. Komara îslamiya Îranê li yekem salê de bi rêya hêzên mnilîsên xwe û herwisa bi 2 car êrîşkirin bo ser Îsraîlê, beşdariya rasterast li vî şerî de kiriye. Şerik ku li wir de rewatî û pêgeha siyasî ya komara îslamî li civaka cîhanê de zêdetir ji caran bire jêr pirsyarê û niha pitir ji catran bo metirsiyeke mezin bo ser cîvaka navnetewî tê hisêb. Şerik ku ne şerê gelên Îranê nine, belku li dûr û nêzîk ve jî ti pêywendiyek bi Îranê ve nîne, ku çi komara îslamiya Îranê li wî şerî de ji aliyekê darayiya dehan saleya welat bo şerxwazî, tirorîzma navnetewî û çekdarkirina milîsên xwe bi heder daye, û ji aliyeke din ve jî xelkê Îranê bo îdeolojiya xwe bi barimte girtiye. Şerik ku rêjîm bi tevavî têde torandiye û şikest xwariye, lê li warê hişariya siyasî û hevxebatiya opozîsiyona rêjîmê dibe ku bi qazanca tevgera nerizayetî û rizgarîxwaziya gelên Îranê be.

Rêberatiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê beşê de bi şirovekirin û hilsengandina xwe ku wa hizir dike hekî opozîsiyona komara îslamî li vê qonaxê de bi sehtir û amadetir ji caran reftar bike, hekî li ser binyata vêjmana hevpar bo derbasbûn ji komara îslamî û avakirina Îranê paşerojê, micidtir hewlê bo pêkanîna alternatîva li dijî rêjîmê bide û herwisa bikare şiyan û hêza xebatkariya hemû aliyan bi dijî rêjîmê kom bike, li vê rewşê de bikare destkevtên zor û bi nirx li berjewendiya xebata mafxwazaneya gelên Îranê bi dest xwe ve bîne.

Kombûna rêberatî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li jêr ronahiya ceribandinên pêtir ên paşekêşiyên rêjîmê li wan deman de ku dikeve jêr givaşa derve, dikeve tengasiyê û şiyana domandina siyasetên xwe ên îdeoloijîk ji dest dide, wek vexwarina cama jehrê ji aliyê Xumêynî û erêkirin a sekinandina şer digel Îraqê an paşekêşiya Xamineyî ji lihevkirina Bercamê û paşekêşiya qehremanane, ew rewşa bi qazanca pêşveçona xedbata mafxwazaneya gelên Îranê li navxweyê welat şirove kir. Herwisa li vê derheqê de jî bo çêkirina baweîpêkirin û yekgirtin û hevxebatiya zêdetir li navbera netewan li Îranê û praktîka pitir a opozîsion û aliyên siyasî yên li dijî komara îslamî bi erkê hemûyan û hewcehiya herî giring a xebat û têkoşîna siyasî ya niha hate hejmartin.

Kombûna rêberatî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê piştî gengeşekirin li ser çend mijarên pêywendîdar bi pêvajoya xebat û tekoşîna siyasî li Rojhilatê Kurdistanê û anînebrbas a hejmarek mijarên navxwe û nav teşkîlata Hizbê, dawî bi karê xwe anî.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir