Daxuyaniya rewşenbîr û nivîskarên Kurd ya di derbarê PKKyê de

.

Bi îsiyatîfa çend rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê li beramber nerazîbûna tundî, teror û çavtirsandinên li ser gel, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê ya ji alîyê Rêveberîya Xweser ve metnekî bi îmzayên 36 rewşenbîr û nivîskaran ji bo raya giştî hat belav kirinê.

Eva jî metna wana ye…

Li dijî tundî, teror û çavtirsandinê

Daxwiyanîyek ji bo raya giştî û Kurdistanî re

Di gelek serdem û qonaxên dîrokê de, çêbûye ku rewşenbîr, wêjevan û hunermend li ser hinek mijar û nerînan, ne gihîştine hev û ne bûne yek, û di nav pêl û alîyên ramyarî û îdyolojîk yên cûr be cûr de belav bûne. Dibe ku ev alîyên han; nakok û dûrî hev bin jî, lê qata rewşenbîrî, ronakbîrî û nivîskarî, tiştê wan dighîne hev û aramanca wan ya sereke û daxwaza wan ya herî hevbeş, bilind û bi nirx azadî ye, û dê wisa bimîne. Ew azadîya civakî û yan takekesî ku nebe metod û alav û bingeh da kesê din ji holê raneke, û mafê wî yê rexnegêrî binpê neke û ne çewsîne. Ew azadîya ku oksojîna jiyanê ye û nivîşk û misogerîya rûmet û dadwerîyê ye.

Gelê Kurd, wekî hemû gelên bindest, pêwîstîya wî bi rizgarî û azadîyê pir heye, çi di hindirê welat de, çi li derveyî welat (Diaspora) be, ji ber ku Kurd ji berê ve û ta nuha jî, zilm û zorê dibînin û êş, jan û azarên wê dikşînin, ne azadîya li ser asta giştî ne ya li ser asta takeksî heye. Her wiha eger Kurd di rewşa zilm û zorê û sitembarîyê de bimînin, baş tê zanîn bê kî sûde ji vê rewşê werdigre. Lewra ji her demê zêdetir pêwîstî bi helwestekî rewşenbîrî û ronakbîrî yekbûyî, xurt û wêrek heye, û gelekî girîng  ku xwe dide pêş û li himberî faşîzim û tarîperestîya olî û ya îdyolojî derdikeve, ku ev faşîzim jîyan, rûmet, azadî û gepa nanê mirovê Kurd aramac digire.

Em hemû rewşenbîr, wêjevan û nivîskarên ku nav û îmzeyên me li binê vê daxwîyanîyê de hene, di xebata Kurdewarîyê de em xwedî nerîn, peyv, helwest û ked in, em dibînin ku ji erk, delamet û peywera me ye em dengên xwe biling bikin û li dijî teror û tundîya dewleta Turk ku Kurd û Kurdistanê daye ber xwe, û her wisa em li dijî hişmendî û kiriyarên PKK yên xiyanet kirinê û sitemkarîyê ne, ku civaka Kurd armanc digre, û em diqîrin û ji PKK re dêjin: «Êdî bes e». Ev hişmendî û kiriyarên PKK ku civak, malbat û kesayetîya Kurd dide ber xwe û xera dike, em şermezar dikin. Ev kiriyarên PKK digihêjin asta tawanên şer û tawanên li dij mirovatîyê ne, ji revandina zarokan û çekdar kirina wan di nav hêzên PKK/ HPG/ YPG/ HSD... de be, û şar û bajar û bajarokên Kurdistanê kirine zindan û goristan li ser erdê û tûnel li bin erdê, û helwelatîyên Kurd kirin wekî mertalên zindî û di şeran de bi kar tînin, em van kirîyran bi tundî şermezar dikin.

Pêve girêdayî, hemû kar û kiriyarên rûxandin û hilweşgêr yên tewş, provokativ, bêyhode û bê wate ku PKK li hemû perçeyên Kurdistanê dike, em rexne û şermezar dikin.

Di eynî demê de, em welatê Europa agahdar dikin ku rêxistna PKK, yase û qanûn û demokrasîya Europa istismar dike û bi kar tîne da ku kar û kiriyarên xwe yên tawankar (Criminality) û qirêj berdewam bike, û baş tê zanîn ku kiriyarên PKK li dijî zagon, pirensib, sinc, rawişt, û pîvanên demokrasiya Europî ne.

Ev grûpa partîperest û dogmatîk ku navê wê di lîsteyên rêxistinên terorîst yên li EU û USA de ye, ta nuha li Europa û Amerîka dest berdayî û serbest e û êrîşî kesên rikber û rexnegêran dike, çi li ser asta tasfiya siyasî û reş kirin û xiyanet kirina wan, û çi li ser asta tesfiyeya fizîkî û rasteqîne û dîrkt be.

Hêjayî gotinê ye ku dîroka rêxistina PKK di salên 80î û 90î de ji sedsala borî ve, tije bûyerên qirêj yên kuştina rekber û kesên ji PKK veqetiyan e. Ango tiştên li ser vê grûpa çekdar em dibêjin ne nû ne, û di dadgehên welatên Europa de hatine tekez kirin.

Ji vê grûpa çekdar re û hemû alîgirên wê û tevahîya sazî û dam û dezgehên girêdayî wê, yên çandeyî û ragihandinê û sîyasî û leşkerî re, çi li welat bin yan jî li Diaspora bin, em ji wan re dibêjin:

Eger ji we heye dengên kêr û tifingên we û hişmendîya xiyanet kirinê a we bilind e ku dil û mejîyên we kor kirîye, baş nas bikin ku dengê azadîyê û azadîxwazên Kurd bilindtir û bi hêztir e.

Dibe ku destên we yên qirêj di warê gihîştina xwedîyên nerîn û peyva azad de serkevin, lê ramanên azad û ku ji bo azadîyê bang dikin, win tu carî nikarin wan bikujin. Nerîna azad û ramanên azad û rexnegêr, tucarî dê nekevin binê bandora çavsor kirinên û gefxwarinên we, yan bazarîyê bi we re dê nekin, û tu carî dê nekevin binê tirs, gefxwarin û biçûk kirina we.

Ev ramanên serbixwe û azad û rexnegêr, win li kur bin, dê tim ji we re wekî "kabûsekî" be û li dû we be û li sînga we be, û dê we dorpêç bike û we eşkere bike.

Jehrî kirina civakan, hilbirîn û çêrkirina koleyan ji alîyên rejîm û hêzên totalîter û çekperest, heta hetayê dê nemîn e.

Xwe veşatina li pişt maskên sexte yên bi navên azadî, rizgarî û deokrasîyê, û "komara demokratî, neteweya demokratî û civaka Ecologyk, azadîya jinê" û hemû diruşmeyên xapîno ku win dikin, heta hetayê dê nemîne.

İstismara xwîna şehîdan û lîska bi hestên malbatên wan, û bi kar anîna van malbatan li dij kesên ku PKK rexne dikin, heta hetayê dê nemîne.

Eger win bawer yan jî guman dikin ku win ê ji lêpirsîn yasayî (qanûnî) li welat û diaspora, xelas bibin û birevin, win pir şaş in û di xeyalan de dijîn, û ev yek heta hetayê dê bimîne.

Xwedîyên îmzeyan:

1.         Hoşeng Osê: Romannivîs û helbestvan

2.         Îbarhîm Yûsif: Romannivîs û helbestvan

3.         Omer Koçerî: Helbestvan û rojnamevan

4.         Dilovan Elî: Nivîskar û wegêr

5.         Sebrî Resûl: Nivîskar, çîroknivîs û rexnegêr

6.         Xelîl Abdulqadir: Şêwekar

7.         Serhan Îsa: Helbestvan û Nivîskar

8.         Muhsin Seyda: Nivîskar û lêkolîner

9.         Dr. Mohemmed Mehmûd: Romanivîs

10.       Zara Seyda: Rojnamevan

11.       Rêzan Îsa: Romannivîs

12.       Înayet Dîko: Cartoonist

13.       Cemîl Îbrahîm: Romannivîs û wergêr

14.       Sewsen Îsmayîl: Helbestvan û rexnegêr

15.       Nadir Dogatî: Nivîskar

16.       Bûbê Eser: Romannivîs

17.       Yusra Zubêr Îsmayîl: Nivîskar û rojnamevan

18.       Can Kurd: Nivîskar û wergêr

19.       Mahir Hesen: Helbestvan û romannivîs

20.       Qado Şêrîn: Nivîskar û rexnegêr

21.       Serbest Ferhan Sindî: Nivîskar

22.       Dr. Abdulbasêt Seyda: Nivîskar û lêkolîner

23.       Sîpan Hota: Photographist û filmçêker

24.       Ferhan Cemîl: Helbestvan

25.       Omer Ozmen: Nivîskar û lêkolîner

26.       Vera Koyi: Nivîskar

27.       Abdulbarî Han: Nivîskar û lêkolîner

28.       Abdulmenaf Kiran: Nivîskar û parêzer

29.       Evîn Şikakî: Helbestvan û nivîskar

30.       Mohemmad Xalîl: Helbestvan û romannivîs

31.       Abdo Xelîl: Şêwkar

32.       Husên Çelebî: Nivîskar û lêkolîner

33.       Ednan Horo: Mozîkvan

34.       Ehemed Mûaz Yaqûb: Nivîskar û wergêr

35.       Salih Aras: Moderatorê TV

36.       Salih Dundar: Nivîskar
37.       Idris Omer: nivîskar û lêkolîner
38.       Ebdulbaqî Huseynî: Nivîskar

Kurdistan Haberleri

Mazlûm Ebdî: Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya siyasî werin çareserkirin
Amerîka: Pêwîst e Hizbulah êdî êrişên xwe yên terorî bi dawî bike
Saziya Tiba Edlî eşkere kir: Narîn Guran çawa hat kuştin?
Li Sêrtê jinek ji ber kurdî nehat dermankirin
Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye