Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, ew piştgirî didin destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê û ji hevdîtinên ku di navbera Tirkiye û Iraqê de li ser vê mijarê dest pê kirine, kêfxweş in.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna xwe ya rojane ya rojnamevaniyê de bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde yên derbarê dorpêça aborî ya li ser Îranê û ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê da.
Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Îranê Mecîd Cegenî duh ragihandibû, ku Iraqê deynê xwe yê gaza xwezayî ya 11 trîlyon dînar bi temamî daye. Ji aliyekî din ve, Iraqê beriya niha ragihandibû, ku ji ber dorpêçên bankî yên yekalî yên Amerîkayê li ser Tehranê, ew nikarin deynê xwe yê gaza xwezayî ya 2.6 milyar dolarî bidin, ku ji Îranê ji bo berhemanîna elektrîkê anîne.
Li ser pirsa Diyar Kurde ya “Gelo Amerîkayê rê daye ku ev deynê Îranê were dayîn? Di derbarê vê mijarê de ti danûstandinên nerasterast bi Tehranê re çêbûne?” Matthew Miller wiha bersiv da: “Tenê dikarim bibêjim ku di siyaseta me ya li hember Îran û Iraqê de ti guhertin çênebûye. Rêvebiriya Biden li ser sepandina hemû cezayên li dijî Îranê berdewam e. Ez bawerin we bihîstiye ku Wezareta Derve ji sala 2018an ve alîkariyên curbicur pêşkêşî Iraqê kiriye û bi şêwirîna li gel Kongresê, rê daye Iraqê ku pereyê elektrîkê bide Îranê. Bi razandina pereyan li ser hesabekî sînordar li Iraqê û li gorî cezayên Amerîkî, ew pere tenê ji bo mijarên mirovî û deverên din ên ku navkevin ber dorpêçan dê bê bikaranîn. Pere jî dê ne rasterast lê tenê bi rêya aliyên sêyemîn ên hatine pejirandin, radestî Îranê were kirin. Em weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li gor rewûê veguhestina diravî erê dikin.”
Di dema ku danûstandinên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dibûn, roja 10ê Hezîranê hatibû ragihandin ku 2 milyar û 700 milyon dolar ji samanên Îranê yên ku li Iraqê ji ber cezayên Amerîkayê hatine cemidandin, rê li ber hat vekirin.
Rûdaw