Navenda Nûçeyan- Piştî ku piştrast bû di êrişa mûşekî ya Îranê de li ser bingehên serbazî yên Amerîka yên li Iraq û Kurdistanê, mûşekek nêzîkî firokexaneya Helwêrê ketîye, Wezareta Navxwe daxuyanîyek da.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku ji ber wê êriş ti zîyanek negihîştîye Kurdistanê.
Artêşa Iraqê daye zanîn ku Îranê 22 mûşek li bingehên Amerîka yên li Iraqê dane.