Daxuyanîyek balkêş û tehdîda Îran li ser Kurdistan!

Şeyhmus Ozzengîn

 

Wek ku em dizanin;piştî ku Musil ket destê DAİŞ, Parêzgarê Musil Esîn Nucefî ji kar hat bidûrxistin. Ev demeke dengê wî dernediket.

Van rojan li ser "rizgarkirina Musil" kar û barên operasyonê û di derheqa şeng û şemala operasyona Musilê de û piştî oparesyonê, li ser rewşa Musul hêzên eleqeder hûr hûr disekinin. Daxuyanîyan didin. Yek ji xwedîyê van daxuyanîyan jî parêzgarê Musil yê kevin Esîl Nûcefî ye, ku ev daxuyanîya wî di Rojnameya Şerq El Ewsetê derketîye.

Balê dikişîne ser pirsgirêkên herêmê û tehlûka ku Îran derdixe pêşberî Kurd û sûnnîyan.

Balê dikişîne ser Kurdistan û dibêje:

"Îranê tevahiya Iraqê xistiye bin kontrola xwe tenê Mûsil, Hewlêr û Duhok maye!... Îran dixwaze bi tevlîkirina milîsên şîe di operasyona Mûsilê de Mûsilê jî bixe bin kontrola xwe û gotiye, Îranê dest daniye ser 14 parêzgehên Iraqê û 2 parêzgehên Herêma Kurdistanê, niha jî dixwaze berê xwe bide Mûsil, Hewlêr û Duhokê!"

Li angora şopandinên ku em dikin di derheqa Kerkûk û silêmanîyê de, agahiyên ku em bidest dixin û gotina Parêzgarê Musil Esîl Nûcefî hevdû temam dikin.

Li Başûrê Kurdistan, Tevgera Goran ku di bin serokatîya Noşîrvan Mûstefade dimeşe, bi carekê de ketîye bin bandora Îran û emir û rêwerzên  tevgera xwe ji Îran digire. Beşek ji YNK jî di nav vê tevlihevîyê de, di bin bandora siyaseta Şîê yan de tevdigere. Dema ku em têkiliyên PKK û ÎraSûrîye jî bînin ber çavan; emê bibînin ku siyaseta mezhebî a Şîê yan, li ser beşek ji Kûrdan bandorek mezin çêkiriye û bi riya vê bandorê, Îran dixwaze pêşîya çûna referandûmê û serxwebûna Kurdistan bigire, asteng bike.

Li Başûrê Kurdistan, ji bona perçekirina hestên netewî tevlihevîyên Îran bi rîya hinek sîyasetmedarên İraq ve dimeşe. Hinek ji van îşaretan, wek Çûna heyetek YNK û Tevgera Goran ya İraq. Vexwendina Malikî bo Kerkûk û Silêmanîyê. Hatin û çûna hinek diplomat û siyasetmedarên Îran bo Silêmanîyê, bê ku hayê Hevlêr û hikûmeta herêmê jê hebe. Evanan giştik bi hev re zeîfkirina destê Hevlêr û şikenandina per û baskên yekrêzîya helwesta netewî ye.

Di vê daxuyanîya xwe de Parêzgarê Musil Esîl Nûcefî dibêje; „em naxwazin milîsên şîe yên Iraqê tevlî şerê Mûsilê bibin, bila tenê artêşa Iraqê, hêzên Pêşmerge, milîsên sunnî û hêzên hevpeymaniya navdewletî beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin."

Lê dema ku vê daxwazê tîne ziman tehluka îran î li ser herêmê jî derdixe ber munaqeşê û bale dikişîne ser Kerkuk û Silêmanîyê û Hevlêr jî. Li ser pîlanên îran disekine û dibêje: „ew dixwazin derbasî nav bajarê Til Eferê û deşta Nînowayê bibin lê li bendê ne Herêma Kurdistanê rizamendiyê bide wan. Lê berjewendiyên kurdan jî vê yekê qebûl nake."

Dixwaze bêje: Di vî warî de yê ku vê siyaseta Îran a Şîê-mezhebî nepejirîne û li henber derdikeve, siyaseta Hevlêr e. qesda ku dibêje; "Lê berjewendiyên kurdan jî vê yekê qebûl nake."(!) ev bi xwe ye. Bi vê re fîşeka îşaretê diteqîne û dibêje;  "eger milîsên şîe tevlî şerê azadkirina Mûsilê bibin dê şerê mezhebî derkeve û kirîz û kêşeyên nû biqewimin."

Tiştên ku di vê îşaretê de derdikevin pêşberê kurdan yek jê rûbirûbûna şerrekî nû yên Şîê û Sûneyan bi xwe ye. Heta niha siyaseta Hevlêr li henber şerê olî û mezhebî helwestek tûnd girt û rê neda ku ev agirê pîs bipijiqe Kurdistan. Tenê ji van êrîşan, xaka Kurdistan parast.  Pêşî lê girt û Kurdistan ji hemû ol, mezhep, netew û ewareyên şerr re kir parêzgehek pîroz. Divê siyaseta Hevlêr ji vira bi şûnde jî, li henber vî şerê biqirêj helwesta xwe bidomîne û rê nede van karesatên xerab.

Ev demek dirêje li ser Heşdî Şaabî û milîsên Şîê yan û karesatên wan pir daxuyanîyên nebaş derdikevin pêşberî me. Raya giştî jî bi gelemperî di derheqa van hêzên ne nizamî û bikaresatên xwe xerab, nerazîbûna xwe dane. Tahqîq vekirine. Ji bona beşdarbûna Haşdî Şaabî û Milîsên Şîê ji bona operasyona rizgarkirina Musilê nerazûbûn derketine hole. Mixabin hîna jî ne kişfe ku wê ev hêz beşdarî operasyona Musil bibin an na!

Îran û İraq ji bona ku ev herdû hêzên mezhebî beşdarî operasyona Musil bibin mil dane hev û tevdigerin. Lê hîn heta niha tiştekî erênî derneketîye hole. Bi raya min di vî warî de wezareta Pêşmergan jî, ji bona ku pêşîya siyaseta îran a biqirêj bigire, di derheqa beşdarbûna van hêzên Şîê -mezhebî de nerazîbûna xwe nîşan bide wê baştir bibe.

Ajenda ku îro li ber siyasetmedarên Herêma Kurdistan e, Çûna referandûmê û îlankirina serxwebûna Kurdistan e.

Ji bona ku van herdû gavên netewî li ser erkekî Kurdistanî -bê ku bikin qurbana berjewendîyên hizbî û ezezîyên şexsî- bavêjin, dive pêşî li siyaseta Îran û tevlihevîyên wê bêt girtin. Divê em jibîr nekin:

 Kesên ku bi dijminên xwe re tevbigerin û karû bar, berjewendîyên netew û welatên xwe têk bibin û xizmetê ji dijminan re bikin, ew di dema şer de bi navê "îxanetê" tên binav kirin û tên dangeha doza netewî!

04.08.2016