Dayika keçeke Kurd a 13 salî: Ciwanên Şoreşger keça min revandine

.

Dayika keçeke Kurd a 13 salî ku ji Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye dibêje keça wê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Dayika wê keçê, Hemrîn Alûcî ji Rûdawê re ragihand, Ciwanên Şoreşger roja 21 vê mehê keça wê ya 13 salî ji bajarê Şebab ê Qamişloyê revandine û tevlî xwe kirine.

Dayika Peyal dibêje, pasewanê bajarê Şebab ku navê wî Ferîd Jumaa ye, ew revandiye û gihandiye navenda bajarê Şebabê.

Dayika Peyal, Hemrîn Alûcî bû mêvanê bultena Rûdawê got, “Keça min roja berî wê di hembêza min de razayî bû, ti pirsgirêkên me tunebûn. Kilîda xwe jî bi xwe re (biriye), yeka ku niyeta revê pê re hebe, kilîdê bi xwe re nabe.”

Piştî birina wê zarokê vîdeoyek ji dayika wê re şandine ku tê de Peyal derdikeve û dibêje, ew bi xwe tevlî Ciwanên Şoreşger bûye, ji bo ku malbata wê daxwaza vegerê lê neke.

Nuçe: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn