Parêzer Yaşar Kaya, diyar kir ku bi hinceta demboriyê girtina dosyeya Cemîl Kirbayir, biryareke parastina kiryarên 17 hezar kesî ye. Kaya got, dê dosyeyê bişînin AYM'ê.
Cemîl Kirbayir, piştî derbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yî bi rojekê li gundê Okçû yê Ardexanê hatibû binçavkirin û piştî binçavkirin hew xeber jê hatibû girtin. Lêpirsîna têkildarî windabûna wî de di 2014'an de cardin dest pê kiribû û di 28'ê Çileya 2021'ê de bi hinceta demboriyê hatibû girtin. Dadgeha Bilind ku dosyeyê vekolandibû, di Gulana 2021'ê de ji bo biryara demboriyê gotibû "li gor rêgezên dewleta hiqûqê" ye. Piştî vê biryarê dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Qersê re hatibû şandin. Serdozgeriya Komarê ya Qersê jî bal kişandibû ser biryara Dadgeha Bilind û wê jî gotibû "li gor hiqûqê ye."
Ji parêzerên dosyeyê Yaşar Kaya, anî ziman ku dê dosyeya Kirbayir bişînin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM).
Kaya, diyar kir ku Cemîlr Kirbayir û hin hevalên wî yên piştî derbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yî bi rojekê hatine binçavkirin, di bin îşkenceyê de hatine lêpirsînkirin.
DI BINÇAVAN DE HAT QETILKIRIN
Kaya, gotinên kesên ku bi Cemîl Kirbayir re hatine binçavkirin ragihandin û got: "Gava Cemîl Kirbayir tê îşkencekirin, hevalên wî yên li odeya li kêleya odeya wî dengê wî dibihîsin. Herî dawî ber êvarê gava li Cemîl Kirbayir dixin, Kirbayir dibêje 'ay dayê zikê min.' Hevalên wî herî dawî vê gotina wî dibihîsin. Piştî vê ji nişka ve liv û tevgerek dest pê dike. Ên li wir di binçavan de dibêjin, 'Zûzûka çavên me girêdan û em daxistin jêrê. Paşê çi bû em nizanin.' Cemîl bi îşkenceyê tê kuştin. Cenazeyê wî dibin li cihekî vedişêrin. PIştî vedişêrin bi rojekê zabitnameyê çêdikin û dibêjin 'Kirbayir xwe ji qata 4'an avêtiye û reviya Îranê. Em lê digerin.' Ev tişt heya sala 2012'an jî wisa didome."
GOTINÊN ERDOGAN
Kaya, bibîr xist ku di dema darizandinê de wê çaxê parêzer Abdûrrahman Alaca li Dadgeha OHAL'ê ya Erziromê dibêje Kirbayê bi îşkenceyê hatiye kuştin û piştî ev beyan ji Midûriyeta Polîsan a Qersê re tên şandin, hîn wê çaxê lêpirsîn tê destpêkirin. Kaya, diyar kir ku heya sala 2012'an jî îdiayên wekî 'Kirbayir qaçax e' hebûn û got: "Lê piştî têkoşîna bi israra a Dayikên Şemiyê, serokwezîrê wê demê Erdogan li Meclîsê hin dayik qebûlkirin. Yek ji vana jî Dayika Berfo, dêya Kirbayir, bû. Erdogan wê demê giriya û soz da Dayika Berfo û got, ew ê cemîl bibîne û kiryarên wî bidarizîne."
ÎŞKENCE HAT QEBÛLKIRIN'
Kaya, bibîr xist ku bi fermana serokwezîrê wê demê Tayyip Erdogan Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê di 9'ê Sibata 2011'an de komîsyonekê ava dike ji bo aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin û got: "Lêkolîn hatin kirin. Hevdîtin bi kesên wê demê di midûriyeta polîsan de xebitîne hatin kirin û raporek pir berfireh hat amadekirin. Di encama çavdêriyên komîsyonê de hatibû gotin, 'Ne pêkan e ku kesekî çavê wî girtî û nîvtazî xwe ji qata çaran bavêje û bireve. Ji lew re di heman demê de lid erdora avahiya nobedar jî hebûne.' Her wiha hin kesên wê demê peywirdar îşkenceya kirine jî qebûl kirin. Piştî vê rapora ku Cemîl Kirbayir teqez di binçavan de hatiye windakirin ji Serdozgeriya Komarê ya Qersê re hat şandin. Em jî bi vî awayî daxilî nav dosyeyê bûn."
DOZGER: DIVÊ VEKIM, LÊ NIKARIM VEKIM
Kaya, bi bîr xist ku di sala 2002'yan de derbarê dosyeya Kirbayir de biryara neşopandinê hatiye dayîn, lê belê ev biryar teblîxî malbatê nehatiye kirin û got: "Piştî em mudaxil bûne me xwest ev biryar teblîxî me bê kirin. Bi dû re me daxwaza xwe ya têkildarî biryara Dadgeha Cezayê Giran a Ardexanê de berpêş kir ku di biryara xwe de gotibû di sûcên dijî mirovan de pêkanîna demboriyê ne pêkan e. Ev daxwaza me hat qebûlkirin. Biryara dadgehê çû Qersê. Doz bi vî awayî hat vekirin. Wê çaxê gava ez çûm cem dozgerê dozê qederekê em eware kirin. Min hevdîtin bi serdozger re kir. Serdozger got, 'Em ê dozê vekin, lê divê dozgerê lêpirsînê dike dozê veke. Biçin cem dozgerê dosyeyê.' Dozgerê dozê jî got, îdianameyeke nêzî 190 rûpelî amade kiriye, qenaeta wî ew e ku Kirbayir hatiye kuştin û ji bo doz bê vekirin îdianame amade kiriye. Em li bendê bûn îdianame teblîxî me bê kirin. Lê piştî bi derengî ket, cardin çûm cem dozger. Dozger got, 'Wekî mirovekî divê ez vê dozê vekim. Ji lew re ev divêtiyeke wijdanê min ê hiqûqî û mirovî ye. Lê nikarim vekim.' Bi vî awayî gogê avêt cem serdozger. Ez çûm serdozger. Wî jî got divê doz bê vekirin, lê divê dozgerê dosyeyê dozê veke. Yanî tim gog avêtin cem hev du. Doz bi vî awayî nehat vekirin û darbeya FETO'yê çêbû. Dozgerê dosyeyê jî hat binçavkirin û hat sirgûnkirin."
BIRYAREKE SOSRET
Kaya, anî ziman ku wê demê Serdozgeriya Qersê ji bo girtina dosyeyê mutala ji Wezareta Dadê re şandiye û got: "Paşê dosye ji Dadgeha Bilind re hat şandin. Kaya, diyar kir ku çendî têkildarî dosyeyê de biryara Dadgeha Cezayê Giran a Ardexanê hebûye jî lê belê Dadgeha Bilind biryareke sosret daye û gotiye ev biryar ji bo darizandina karmendên dewletê nehatiye dayîn û got: "Biryareke bi vî rengî bêhukm e. Ji bo biryar teblîxî me bê kirin me serî li Serdozgeriya Komarê ya Qersê da. Biryar di dawiya sala 2021'ê de teblîxî me hat kirin."
ÊN ÎŞKENCEYÊ KIRIN TÊN PARASTIN
Kaya, destnîşan kir ku di biryarê de ji bo parastina kesên îşkenceyê kirine pêkanînek taybet heye û di hiqûqa navneteweyî de tu beranberiyek vê biryarê tune ye. Kaya, anî ziman ku piştî biruara dozgeriyê serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Qersê dane û got: "Dadgeriyê jî hema biryara Dadgeha BIlind kopî kir û teblîxî me kir. Em ê li dijî vê serî li AYM'ê bidin. Lê rastiyê bêjin; AYM jî biryarên xwe li gor konsukturê dide."
EM Ê BIÇIN DMME'YÊ
Kaya, destnîşan kir ku girtina dosyeya Cemîl Kirbayir tenê kesekî eleqedar nake û got: "Biryareke ji bo parastina kujerên 17 hezar kesên kiryarên wan diyar in. Lewma baweriya me pir bi AYM'ê tune ye. Hêvîdar im vê daxwaza me qebûl bike. Ger tiştekî erênî çêbibe dê doz bê vekirin, lê çênebe em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."
MA/ Ferhat Çelîk