Dê kî çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike?

.

Zêdetirî 12 hezar çavdêrên partiyên siyasî û rêxistinên navxwe û navneteweyî dê çavdêriya pêvojoya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bikin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê hejmara dawî ya nûnerên partî, rêxistin û konsulxaneyên siyasî yên ku dê çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bikin eşkere kir.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Hakim Umer Ehmed got:

"Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan amade ye û dawetname ji hemû rêxistin û konsulxaneyan re şandiye ku werin çavdêriya hilbijartinan bikin."

Li gorî amarên ku komîsyonê belav kirine 13 konsulxane, 17 rêxistin dê bi hezar û 372 çavdêr û 18 ajansên rojnamegeriyê yên navneteweyî tevî 75 rojnamegeran dê li navendên dengdanê hilbijartinan bişopînin.

Biryar e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîna vê mehê werin kirin.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir