DEMA EZ LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ BUM

Lokman Polat

DEMA EZ LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ BUM

Lokman Polat

Ez demeke li rojhilatê Kurdistanê mam. Paşê ji wir hatim bakurê Kurdistanê û min raporeke/nivîseke derbarê rewşa rojhilatê Kurdistanê û herweha rewşa siyasî û rêxistinî ya li Îran û rojhilatê Kurdistanê nivîsî. 

Min ew nivîsa xwe ji kovara “Dengê Komkar“ re şiyand Almanyayê. Wê demê berpirsê kovara “Dengê Komkar“ û herweha berpirsê PSKê ê li Almanyayê rahmetî Munzur Çem/Huseyin Beysulen bû. Wî, wê nivîsa min hin berferehtir kir, hinek tişt lê zêde kir û weke pirtûkek biçûk bêyî navê nivîskar, bênav li ser navê partiyê di nav weşanên PSKê de li Almanyayê weşand.

Piştî ku ez li Swêdê bi cih û war bûm, demeke min di kovara bi navê “Agrî“ de nivîsî. Kovara “Agrî“ kovareke 

bi tîpên Latînî/Kurdî derdiket û weşaneke PDKÎ/Xizbê Demokrata Kurdistana Îranê bû. Min ji bo ez bi wan re bibime alîkar loma ji vê kovarê re dinivî.

Ev nivîsa min a li jêr di wê kovara “Agrî“ de derketibû.
Ez qet destê xwe nadime nivîsî û ew dem çawa derketiye, çawa hatiye weşandin bi wê tewirê ji bo xwendevanên kurd ên bakurê Kurdistanê di malpera “RÛPELA NÛ“ û malpera “NETEWE“ de diweşînim.

                                                                      *
                                                                   *   *
Ez di sala 1979 û 1980-yî de li rojhilatê Kurdistanê, li cem Xizba Demokrat a Kurdistana Îranê bum. Di wê demê de Xizba Demokrat li hemberê sazûmana Cumhurî Îslamî ya ku Xumeynî rêberê wê bû, şerê çekdarî bi şêweya metoda şerê partîzaniyê – şerê gerîlla- pêk dianî. Serokê partiyê rêberê gelê kurd ê hêja Dr. A. Qasimlo bû. Pêşmergeyên qahraman –leheng- yên Xizba Demokrat a Kurdistanê her roj li dijê artêşa dagirker û pasdarên îslamî yên Îranê çalakiyên leşkerî pêk dianî.

Ew dem hinek heremên rojhilatê Kurdistanê, gelek gund û navçe hatibûn azadkirin û di bin desthilatdariya Xizba Demokrat de bû. Pasdarên komara Îslamî, leşkerên artêşa paşverû, teyarên –firokên- harbê – yên şer- bê ku ferq têxe nav sivîl û askerî –leşkerî- dihatin herderî bombebaran dikirin, bi avêtina bombeyên wan, gundî, jin û zarok dihatin kuştin. Pêşmergan bi mêranî û mêrxasî êrişên pasdar û leşkerên artêşa Îranê dikir, wan têk dibir û gelek pasdar û leşker dikuşt û êsîr – dîl – digirtin.

Li rojhilatê Kurdistanê heremeke azad pêk hatibû û ev herem bûbû cih û warê hemû welatparêz, kurdperwer û kesên pêşverû û şoreşger yên Kurdistanê û Îranê. Gelek endamên rêxistinên Îranî ji bajarên Îranê reviyabûn û hatibûn xwe spartibûn herêma azad ya rojhilatê Kurdistanê. Min li wir hinek endam û alîgirên partî û rêxistinên Îranê, herweke endamên Tudehê, Peykarê, Tufanê, Çirîkhayê Fedaîyê Xelk (Ekseriyet û Eqaliyet), kesên ji gruba Eşref Deqhanî, Micahîdînê Xelk û hwd, dît û min li ser dîtin û ramanên wan agahdarî wergirt. Dema ez li rojhilatê Kurdistanê bum, min serokê nemir Qasimlo nedît, lê paşî min ew li Swêdê dît.

Niha kîjan partî û rêxistinên siyasî li Îranê hene û çiqas xurt in, bi hêz in, bê hêz in, ez nizanim. Lê, wê demê li Îranê hinek partî û rêxistin hebûn ku xwedî hêz bûn û di têkçûna Şehînşahê Îranê de roleke pêk anîn. Wan partî û rêxistinên Îranî di nav têkoşîna li dijê Şehînşah de cih girtin. Piştî têkçûna Şah, hêza Îslamî û serokê manewî ê hêza Îslamî Xumeynî hat ser hikûm, bû desthilatdar û li hemberê hêzên çep sekinîn, wan hêzan qedexe kirin, zilam û kadirên wan yên siyasî girtin kirin hepis û zindanan.

Ez ê li jêr bi kurtahî behsa çend partî û rêxistinên siyasî yên Îranî ku di dema salên heştêyî de li Îranî bi hêz bûn û têdikoşiyan bikim.

Tudeh

Tudeh ”Partiya Komunîst a Îranê” bû. Ev partî partiyeke 

Sovyetî bû, yanî ew hevalbend û piştgirê Sovyetê bû. Tudehê neşerê çekdarî, lê têkoşîna siyasî dimeşand. Di nav sendîqa, karker û rêxistinên humanîter yên sivîl de û herweha herî pir di nav karkerên fabrîqan û karkerên petrolê de bi hêz bû.
Serokê partiya Tudeh Nuredîn Kîyanurî hate girtin û helwesteke teslîmbûnê wergirt. Ew tirsiya û li pêşberê rejima Îslamî poşmaniya xwe diyar kir û ji Xumeynê doza lêborînê, efûyê, bexişandinê kir. Piştî tirsonekiya serokê Tudehê ev partî qels ket û paşê bû ducî.

Peykar

Peykar partiyeke Maoîst bû. Paşê ev partî bû Enwer Xocecî û Arnawidê parast. Partiyeke ewqas bi hêz nebû. Siyaseta wan li gor helwesta Arnawidê bû. Wan gohdariya radyoya Tîranê dikir û li gor wê siyaseta xwe dimeşand.
Niha Peykar heye yan tune ez nizanim. 

Çirîkhayê Fedaî –ekseriyet, eqaliyet-

Rêxistina ”Çîrîkhayê Fedaîyê Xelkê Îran” rêxistineke radîkal û şoreşger bû. Bandora siyaseta gerîlayên Latîn Amerîkayê li ser wan hebû. Ev rêxistin ne Sovyetî bû û ne jî Maoyî û Enwer Xoceyî bû. Rêxistineke Marksîst ya bi serê xwe bû.

Dîtinên wan gelek radîkal bû. Ev rêxistin paşî bû ducî. Ji yekê re ”ekserîyet” û ji a din re ”eqaliyet” gotin. Hinek qadirên siyasî yên “Çirîkhayê Fedaî – Eqaliyet” hatibûn xwe spartibûn rojhilatê Kurdistanê. Komela û Xizba Demokrat – Partiya Qasimloyê nemir – wan diparastin. 

Paşê ew derbasê Tirkiyê û Ewropayê bûn.

Gruba Eşref Deqhanî

Hinek qadirên siyasî ji çirîkhayê fedaî veqetiyabûn û bi pêşewatiya Eşref Deqhanî grubeke siyasî pêk anîbûn. Ev gruba biçûk jî xwe spartibû rojhilatê Kurdistanê. Bi qasê ku ez zanim ev grub paşê belav bû.

Tufan

Tufan partîyeke Maoyî bû. Wan siyaseta Çînê û Maocîtiyê diparast. Partiyeke biçûk bû.
Niha ev partî heye yan tune, ez nizanim.

Mucahîdînê Xelk

Mucahîdînê Xelk rêxistineke radîkal ê Îslamî bû. Wê demê ev rêxistina Îslamî gelek xurt bû, bi hêz bû. Di têkoşîna li hemberê Şehînşah de ev rêxistin gelek aktîv bû. Paşê rêxistina Mucahîdînê Xelk bi Xumeynî re ket nav nakokiyê û ew bûn hemberên hev. Mucahîdînê Xelk dixwest desthilatdariyê têxe destê xwe, lêbelê hêzên Îslamî yên din nehêştin û li hemberê wê derketin. Piştî ku ev rêxistin li Îranê hate qedexekirin, wan hinek hêzên xwe birin li Îraqê bi cih kirin û gelek kadirên wan çûn Ewropayê.

Serokê Micahîdînî Xelk Mesut Recewî ji Îranê derket û geh li Ewropayê û geh li Îraqê ma. Niha hêza vê rêxistinê weka berê ewqas xurt nîn e. Serokê vê rêxistinê jî qet nayê guhertin û her Mesut Recewî ye.

Komela – Îranî û Kurdistanî-

Komela rêxistineke Kurdîstanî bû. Lêbelê paşî bu ducî û beşeke wê bu weka rêxistineke Îranî û wan ji bo seranserê Îranê xebata rêxistinî û şoreşa gelemperî ya seranserê Îranê parastin.
Ev ducîtî û dubendiya Komelayê hêj jî didome.

Şêx Îzedîn Huseynî

Şêx Îzedîn şêxekî welatparêz û pêşewayekî ruhanî yê Kurdistanê bû. Wê demê herîpir nêzîkiya wî bi Komelayê re bû. Lê ew şexsiyetekî serbixe bû û kurdperwerekî hêja bû.
Niha rewşa partî û rêxistinên siyasî yên îranê çawane, ez nizanim. Bila vê mijarê jî yê ku zanê û haya wî ji rewşa siyasî ya Îranê heye, binivîse û biweşîne ku ez jî bixwînim û di derbarê partî û rêxistinên Îranî de agahdar bim.

                                                                     * *
                                                                      *

Dema ez li rojhilatê Kurdistanê bum, li wir gelek kadirên siyasî yên Ozgurlukçî – yên ku siyaseta Riya Azadî diparast, anku endamên PSK-ê – li cem pêşmergeyên PDK-Î bû. Hinek Ala Rizgarî cî jî li cem meqerên Komela’yê bû. Ez li meqera Xizba Demokrat a li gundê Akçaqalê diman. Hevalên min yên ku wê demê li cem Xizba Demokrat man yên ku têne bîra min ev in : Kamil Hesar. Ji bajarê Wanê bû. Di şereke li hember pasdaran de şehîd ket. Urfan Alpaslan – Serdar – reîsê belediya Agrî bû. Di şereke li hember askerên ordiya tirk de şehîd ket. Ramazan, ji Bîngolê bû. Li Almanyê ji alî Apoyîyan ve hate kuştin. Belengaz ji Bîngolê bû. Ji ber nexweşiya qanserê li Swêdê çû ser heqiya xwe. Seyidxan – Avukat Yucel – niha li Holandê avukatî dike. Metîn ji Agrîyê bû, niha li rojnamevanî dike. Li Danîmarkayê dimîne. Dilo ji Amedê bû, niha li Swêdê mamostetî dike. Ji Agriyê keçek niha kodnavî nayê bîra min. Keçek jîr bû, jêhatî bû. Newroz xortekî ji Hekarî bû, niha li Almanyê di Komkarê de kar û xebata siyasî û komeleyatî dike. Rojan li Danîmarkê nivîskarî dike. Mistefa Duzgun, li Almanyayê bûye pîrê – seyidê- alewiyan û bi navê ”Duzgun TV” televizyon vekiriye. Fexrî, niha li navça Sêwerekê ye û tu tiştek nake. Kovan niha li Swêdê kar û xebata Federasyona kurd dimeşîne û berpirsiyarê kovara Berbangê ye. Şerîf, xortekî ji Hekariyê bû, niha li Swêdê ye. Beriya çûyina min û piştî vegera min jî gelek kesên ku polîs li wan digeriya, çûn Rojhilatê Kurdistanê. Beriya çûyina min Rahmetî Zekî Adsiz/K.Selah, Mustafa Budak, Cengiz Çamlîbel, Ziya Acar, Bedirxan Epozdemîr, Mesut Tek û hwd, evana jî çûbûn rojhilatê Kurdistanê.  

Têbinî / Min vê nivîsa xwe ji bo kovara PDKÎ / Hizbê Demokrata Kurdistana Îranê nivîsî bû û di kovara bi navê Agrî de hatibû weşandin. Kovara Agrî bi tîpên latînî/kurdî hêj jî derdikeve. Xwendevanên kovara Agrî bi piranî kurdên rojhilatê Kurdistanê ne.
Nayê bîra min ku min nivîsê di kîjan sal de nivîsiye û di kîjan sal de di kovara Agrî de derketiye. Ez vê nivîsa xwe ji bo xwendevanên kurd ên bakurê Kurdistanê carek din diweşînim.
Li Rojhilatê Kurdistanê me bi navê ”Roja Gel” weşanek wek organa herêma partiyê diweşand. Min ê di nivîsek din de behsa ”Roja Gel” bikira, loma di vê nivîsê de min bahs nekir.
Lêbelê, paşê min ew nivîs jî nenivîsî.