Dema mehsereya tirîyê mezrone dest pê kirîye

Li Mêrdînê dema mehsereya tirîyê mezrone dest pê kirîye. Li navçeya Mehsertê gundî çûne ser rez û karûbarên mehsereyê dikin.

Bîanet

 

Li Mêrdînê 23 cure tirî hene. Ji meha Tebaxê û pê de heta meha Çirîya Paşîyê mehrese tên danîn û li vir dims, bastêq û cureyên din ên ji tirî tên çêkirin.

Cureyekî tirîyan heye ku navê wî mezrone ye û li gorî tirîyên din xwedîyê tameke cuda û aromayeke xweştir e.

Li navçeya Mehsertê, xwedîyên rezan çûne mehsere danîne û dest bi çêkirina dims, bastêq û tiştên din kirine.

Husamettin Altindag, şaredarê Mahsertê got navê bajêr ji tirîyan tê û wiha berdewam kir: “Ji vê herêmê re dibêjin ‘Mehsertê’. Mehsertê bi erebî tê wateya cihê ku mehsereya tirîyan lê tê kirin.”

“Tirîyên me organîk in”

Cotkarê bi navê Beşîr Temîz jî derbarê mehsereyan û tirîyê mezrone de wiha axivî: “Li erdê dêm bê av hêşîn dibe, tehma vî tirîyî xweş e. Em avê dadin û derman nakin. Bi rêyên organîk hêşîn dibin.”

Cotkarekî din ê bi navê Mehmet Akdogan jî wiha got ku li herêmê weke “profesorê tirîyan” tê naskirin: “Bi rê û rêçikin ji bav û kalan maye em van tirîyan, organîk hêşîn dikin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne