Demîrtaş: Dibe ku niha jî bi PKKê re hevdîtin tên kirin

.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş di rûniştina 13mîn a doza bûyerên Kobaniyê de parastina xwe kir û got, "Dewleta Tirkiyê bi biryara MGK û erêkirina Serokomar gelek caran bi PKKê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, di serdema AKPê de 7 caran hevdîtinên cidî hatin kirin. Niha jî dibe ku ev hevdîtin tên kirin.”

Rûniştina 13mîn a doza bûyerên Kobaniyê roja Duşemê 30 Gulana 2022an li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir.

Demirtaş anî ziman, “Pir hêsan e ku meriv li Tirkiyê wesfên rêveveriya PKKê li kesekî bike. PKK jî ji vê nerehet e. Rêveberî li aliyekî pir zehmet e mirov endamê PKKê be jî. Her kes çawa rêveber e? Heger dewletek li dijî hemwelatiyên xwe planan çêbike, zehmet e ku ew dewlet pirsgirêkên xwe çareser bike.

Dewleta Tirkiyê bi biryara MGK û erêkirina Serokomar gelek caran bi PKKê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî lê di serdema AKPê de 7 caran hevdîtinên cidî hatin kirin.

Niha jî dibe ku ev hevdîtin tên kirin. PKK rêxistineke çekdar e ku di sala 1978an de hatiye damezrandin. Kadirên ku rêxistinkirî ye hene. Hûn di nav sînorên dewleta ku hûn tê de çalak in, bêyî ku rêbazên tundiyê bikar bînin siyaseta legal bi tevahî serbixwe dimeşînin lê hûn wekî endamê rêxistina terorîst a çekdar têne hesibandin. Wê demê em dê çawa qanûnî û neqanûnî ji hev cuda dikin? Hûn qadên siyasetê yên bi vî rengî li ber mirovan digirin.”

Hakan Fîdan: Ocalan xwedî fikrên mezin e.

Demîrtaş got, "Wê dewran gelekî zû bizivire" û wiha dewam kir, "Gel dê li ser sindoqan biryara xwe bide. Em ne li bendê ne ku piştî hilbijartinê me berdin. Em dikarin piştî hilbijartinê jî bimînin. Em dibêjin piştî hilbijartinê em ê bi awayekî dadwer bên darizandin. Heger em tawanbar bin em ê dîsa bên cezakirin. Siyasetmedarên ku hûn weke dijminên welêt dibînin, dema xwe yek ji kesên herî zêde bi Ocalan re eleqedar Hakan Fîdan bû. Fîdan di derbarê Ocalan de diyar kiribû ku ew xwedî fikrên mezin e, piştî Gonzalo, fikrên Ocalan herî zêde bandor li min kir, min bi guhên xwe bihîstin.“

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir