Demîrtaş: Divê piştî hikûmeta AKPê çep bibin deshilatdar!

Sîyasemedarê girtî yê kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş daxwaz kir, piştî hikûmeta AKPê hikûmetek veguhêz were avakirin û tê de HDP jî hebe.

Navenda Nûçeyan- Sîyasetmedarê girtî yê kurd Selahedîn Demîrtaş, bersiva pirsên rojnameya Cumhurîyet ya Tirkîyê da.

Demîrtaş behsa avabûna partîyên nû kir û ragihand, tekane xeta fikrî ya ku bibe sebeba rizgarbûna civakê, xeta çep-demokratîk e.

Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin ku piştî hikûmeta AKPê divê hikûmetek hevpeymanî û veguhêz were avakirin û got, di nav wê hikûmetê de divê HDP û alîyên çep jî hebin.

Bi gotina Demîrtaş, erka wê hikûmetê sererastkirina xirabîyên hikûmeta AKPê ye û temenê wê jî dê du-sê sal bin.

Selahedîn Demîrtaş rexne li serokê partîya nû ya Gelecek, Ahmet Davûtoglu jî kir û ragihand, Davûtoglu nizane guhdar bike tenê diaxive. Divê destpêkê bikaribe guhdar bike û xeta û xeletîyên xwe bibîne û qebûl bike.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e