Demirtaş: Ez di vê qonaxê de dest ji siyaseta aktîf berdidim

.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş yê şeş sal û nîv e zîndankirî ye, bi peyamekê ragihand ku wî siyaseta aktîf berdaye û bi awayekî çalak siyasetê nake.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş îro beşek ji hevpeyvîna bi “Arti Gerçek” re li Twittera xwe belav kir û nivîsî: “Ez bi xwe ji dil lêborîna xwe dixwazim ku nekarim siyasetek layiqî gelê me bikim. Ez soz didim ku bi xebatên xwe yên pratîkî van kêmasiyan sererast bikim.”

Di beşeke din a peyama xwe de got: “Spas ji bo rexneyên çêker li min. Ez ê hewl bidim ku ji rexneyan sûd werbigirim. Ez weke hemû hevalên xwe yên ji girtîgehê têkoşînê bi berxwedanê dimeşînim, di vê qonaxê de jî dest ji siyaseta aktîf berdidim.”

Li dawiyê jî nivîsî: “Ez silavên xwe yên rêhevaltiyê ji we hemûyan re dişînim. We hemûyan bi hesret hembêz dikim. Bi hêviya dîtina we di rojên azad de.”

Hevserokê HDP yê berê Selahahtîn Demîrtaş di mijdara 2016an de li gel 10 parlementerê HDPê hate girtin û ev nêzî 6 sal û nîv in li bajarê Edîrneyê di girtîgehê de ye.

K24

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt