Navenda Nûçeyan - Dengbêjê navdarê kurd Kazo û hevjîna wî bi vîrusa Koronayê ketin.
Keça dengbêj Kazo, Rêzan Şêrwan ji televîzyona K24 re ragihandîye, çend roj berê têstên Koronayê yên dê û bavê wê pozîtîf derketin, ji ber wê her du jî niha li bajarê Stenbolê li nexweşxanê hatine razandin.
Rêzan, ku bi xwe jî hunermend e, li ser rewşa tenduristîya dê û bavê xwe jî agahî da û got, rewşa wan baş e û ti tengavîyek nîne.
Dengbêj Kazo, apê hunermenda kurd Fatê û 70 salî ye û li gundekî bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Heta niha gelek kilam û stran gotîye û di nav kurdan de tê hezkirin.