Bêguman hemû dengbêj, xwedî huner û afirînêr in. Xwediyê deng û avazên taybet û kesên curetkâr in. Lê ne tene di warê huner û hunermediyê da, dengbêj di hemû xalên jiyana xwe da jî, xwedî hevpariyên taybet in.
Destpêka salên 70yî, em bi malbatî ji gund koçberî bajêr bibûn. Bavê min ê 60 salî hemû jiyana xwe li gund, di nav mêrg û zeviyan da, bi cotkarî û ajaldariyê derbas kiribû. Loma bajar lê teng dihat, ji jiyana xwe ya di nav bajêr da hatibû sînordarkirin. Eciz, xemgîniya wî jî zêde dibû. Sedema xemgîniya xwe dizanîbû û ji xwe ra dermanê xemrevandinê jî dîtibû. Her roj piştî şîva êvarê, teyîba li dîwar dardakirî digirt, li ser mînderê rûdinişt û teyîp jî dida ber xwe. Kasetek diavêt teyibê, pişta xwe dida balîfê, çavên digirt û bi dengê dengbêjên xwe ra di nav bîranînên xwe da digeriya. Piştî guhdarîkirina her stranekê, ji me ra qala bîranînek xwe yê li gund derbas bibû, dikir. Dûra rûyê wî dikeniya û xemgîniya wî direviya.
Kasêtên dengbêjan, wê demê tenê di civatên gundan da, bi dizî dihatin qeydkirin û bi rêya nas û dostan di nav civakê da belav dibûn. Ew kasêt di bêrika bavê min da kêm nedibûn û di heftê da carek jî dihatin guhartin. Diçû sûka Serê Taxê, di çayxanekê da nas û dostekî xwe didît, kasêtên xwe bi yê nû ra trampe dikir û bi kêf û kelecan vedigeriya. Dengbêjên ku ew li kasêtên wan digeriya gelek bûn û ji wan dengbêjan yek jî Dengbêj Tahiro bû.
DENGBÊJ TAHIRI KÎ YE?
Gor vegotina Şerîfê lawê wî, bi navê xwe yê fermî Tahir Karahan, bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Xoyê ye. Navê kalikê wî Telo, navê pîrika wî jî Xezal e. Sê lawên Telo û Xezalê hebûne û ji wan yê navê wî Osman, di sala 1896an da hatiye dinê. Osman li gundê xwe yê bajarê Xoyê mezin dibe û li wir dizewice. Malbat ji Aşîreta Celalî ye û Celalî jî li ser herdu aliyên sînor di navbera Îran û Tirkiyê da derbas dibe, dijîn. Osman û jina xwe Xatun, di destpêka salên 1920an da, ji malbatê diqetin û bi komek Celaliyan ra berê xwe dide Bakurê Kurdistanê.
Piştî derbasbûna ji sînor, Osman û Xatun terin li Entabê (Tutax) li gundê Xirbesor bi cîh dibin. Di dawiya salên bîstan da ji wan ra lawek dibe û ew navê wî Tahir lê dikin. Di nasnameya Tahiro da, bûyina wî ya fermî, wek ya pirraniya kurdan 01.01.1935 hatiye qeydkirin. Lêbelê gor gotina ku wî ji lawê xwe ra gotiye, ew piştî têkçûna serhildana Agiriyê ji Xirbêsor koçberî Qeraxliya Milazgirê bûne. Ew wê demê 4-5 salî bûye û rêwîtiya wan a li ser pişta ereba ga, çend roj kudandiye.
Tahiro li Qeraxliyê bi du xweng û birayek xwe ra mezin dibe. Di 15-16 saliya xwe da xewnek dibîne û di xewna xwe da wek dengbêjek distirê. Sibetirê radibe xewna xwe ji xwengeka xwe ra vedibêje, piştî wê rojê jî dest bi dengbêjiyê dike û heta dawiya jiyana xwe, distirê. Tahiro, cara yekem bi keçikeka navê wê Sultan ra dizewice, di sala 1955an da dema wî ya leşkeriyê tê û tere du salan li ser sînorê Tirkiyê û Ermenîstanê, li navçeya Aralikê leşkeriyê dike.
Leşkeriya wî diqede û vedigere Qeraxliyê. Herçiqas kare ku li gund bike, cotkarî û ajaldarî be jî, ew ji kar û barên malbatê dûr disekine. Di nav gundên herêmê da digere û dengbêjiyê dike.
HEVPARIYÊN DENGBÊJAN
Bêguman hemû dengbêj, xwedî huner û afirînêr in. Xwediyê deng û avazên taybet û kesên curetkâr in. Lê ne tene di warê huner û hunermediyê da, dengbêj di hemû xalên jiyana xwe da jî, xwedî hevpariyên taybet in.
Wek mînak: Dengbêj kesên gerok û kêfdar in. Tu car xwe girêdayî derekê nabînin û gund bi gund, bajar bi jar digerin. Di şîn û şahiyan da cîh digrin, bi tahmgirtina ji reng û dengên jiyanê distirên û li kêfa xwe mêze dikin.
Dengbêj evîndar in. Qasî ku di kilam û stranên xwe da evin û evîndariyê şayeser dikin û tînin ziman, di jiyana xwe da jî ewqas li evîn û evîndariyê digerin. Loma pirraniya dengbêjan, kesên pirzewacî ne. Dengbêj diltenik û hestiyar in. Ji xwezayê, deng û rengîniya ji jiyanê hezdikin, dixwezin ew jî ji alî kesên derdora xwe va werin hezkirin û rûmetê bibînin. Ev her sê taybetmendiyên dengbêjan di kesayetî û jiyana Tahiro da jî tên dîtin. Wek mînak, ew di xortaniya xwe da bi Sultanê ra zewiciye û bavê çend zarokan e. Mixabin dîsa jî çavê wî li dere û mîna evîna ku di strana wî ya Perîxana Mihê da derbas dibe, li evînek nû digere. Di sala 1973an da li herêma Bazîdê ye û her roj li gundek, di maleka xwedîqonax da dibe mêvan û di civatên şevên dirêj da cîhekî sereke digre û kilam û stranan distirê. Di nav civatê da guhdarvanên wî mêr û kalemêr, li paş deriyên odeyan da jî jin û pîrejin, bûk û qîzên ezeb in. Di mêvaniya xwe ya li gundekî Bazîdê da, çavê wî li Helîmê dikeve. Ew mirovekî çilûçend salî û zewicî, bavê qîz û lawan, Helîma bejnzirav û narîn jî hê keçikeka hîjde salî ye.
Tahiro, dengbêj e û di hestên xwe da jî evîndar û diltenik e. Dibe xwezgîniyê Helîmê û wê ji xwe ra dixwaze. Bi Helîmê ra zwaca xwe ya duyem dike û wê wek hêwî di ser Sultanê ra tîne. Ji herdu jinên wî, ji Sultan û Helîmê 26 zarok jê çê dibin. Ji wan 14 heb di zarokatiya xwe da dimirin, 12 zarok diminîn û hê jî dijîn. Ji zarokên wî yên jiyayî, 2 law û 4 qîz ji jina wî ya ewil ji Sultanê, 4 law û du qîz jî ji jina dawiyê, ji Helîmê ne. Zarên wî yên ji jina ewil, nuha li Aydin, Îzmir, Balikesîr û Burdurê, her 4 lawên ji Helîmê jî li Milazgirê dijîn.
Tahiro, heta sala 1994an li gundê Qeraxliyê dijî, dûra ji gund û mala xwe bar dike û li nav Milazgirê bi cîh dibe. Mal li Milazgirê, lêbelê ew dîsa gera xwe ya dengbêjiyê didomîne. Di sala 2014an da felc lê dixe, çar salan di nav cîh û nivînan da dimîne û di 22yê Tîrmeha sala 2018an da xatir ji guhdarvan û hezkiriyên xwe dixwaze û bêdeng koça xwe ya dawiyê dike. Dengbêj Tahiro, di warê dengbêjiyê da xwedî tewneke taybet e. Ew di kilam û stranên xwe da, bi kesên derdora xwe ra diaxife, axaftina xwe dixemilîne û bi wan ra parve dike. Peyvên ku ji kurahiya dilê xwe hildibijêre, di qirika xwe da dixulxulîne, bi deng û awazek taybet der tîne û bi guhên guhdarvanên xwe va dizeliqîne.
Evîn û evîndariya xwe ya ji jiyanê digre, di kilam û stranên xwe da tîne ziman. Loma pirraniya stranên wî li ser jiyanê ne. Dîrok û serhildanên kurdan bala wî dikişîne, gelek kilamên wî li ser dîroka kurdan, bi taybetî li ser serhildana Agiriyê ne. Serhildan, mêranî û mêrxasî, xizanî û koçberî mijarên wî yên sereke, ew bi xwe jî di zarokatiya xwe da koçberek ji koçberên şer e… Tahiro, di jiyana xwe da gav bi gav li seranserê Serhedê digere, di civatên gundan da cîh digre û distirê. Loma li herêma Serhedê, ji zarokên heft salî heta kalemêrên heftê salî kesê ku Tahiro nas neke, tûne.
***
Hevalekî wî yê ji derdora Sîpanê Xelatê di derbarê dengbêjî û jiyana wî ya dawiyê da wuha dibêje; “Dengbêj Tahiro, dengbêjekî xwedî dengekî zîz û avazeke taybet bû. Kilam û stranên xwe bi tewn û ahengek cuda distira. Ew jî mîna hemû dengbêjên me, di dawiya jiyana xwe da êş û jan dît û koça xwe ya dawiyê kir. Em bi çûyîna wî ra jî carek din dîsa feqîr ketin û ji reng û dengek xwe yên çandî bêpar man.”
Ew dengbêjên me yên mîna Tahiro, bi stran û klamên xwe, bi deng û hûnerê xwe zimanê me jîndar kirin û heta roja îro anîn, ji miletek din bana, niha li kuçe û kolanên bajaran da peykeren wan hatibû tîk kirin. Lêbelê ew hemû bêxwedî bûn. Bi êş û jan jiyana xwe derbas kirin û li ser axa xwe nesitirîn, koçber bûn, zilm û zordarî dîtin û hatin jibîrkirin.
Di sala 2004an da, min jê ra telefon vekiribû, di telefonê da bi dilek xemgîn ji min ra gotibû “Kî yê me he ye, ku em ji wan gilî û gazinên xwe bikin, derd û kulên xwe ji wan ra bêjin. Berê xisletek Kurdan hebû, îro ew jî nema ye…’
Dûra axînek kûr kişand, strana xwe ya bi navê 'Deriyê Diyarbekirê diyarê zilmê ye, bêhna xwînê jê tê…’ sitira. Dema ku mir, mirina wî di tu ajans û rojnameyek kurdan da wek nûçeyek piçûk jî cîh negirt…
***
Dengbêj Tahiro, bi sedan stran ji ber xwe derxistine û gotinê. Lê di nav stranên wî da ya herî bi nav û deng û pê tê naskirin, strana wî ya li ser Perîxana Mihê ye… Dema ku yek qala Tahiro bike, ev stran, qala Perîxana Mihê bike jî, Tahiro tê bîra meriyan.
Mixabin îro herçiqas gellek dengbêj stranên wî bistirên jî, yê ku bi tewn û avaza wî kilam û stranên wî ji nû va jîndar dike û distirê, tenê şagirtê wî yê xort, Dengbêj Yavuz e, ku ew ekola Tahiro bi serkeftî didomîne. Bi beşek ji strana Pêrîxana Mihê nîvîsa xwe diqedînim û dibêjim, Tahiro jî mîna hemû dengbêjên me yên nemir, di saxiya xwe da rûmetek mezin nedît û ji vê dinê çav vekirî çû. Divê em bi guhdarîkirina kilam û stranên wan, hemû dengbêjên xwe bibîr bînin û deynê xwe bînin cîh. Jiber ku ew çavkaniyên wêjeya devkî bûn, em jî îro deyndarên wan in…
Perîxana Mihê
Bê hoy yoy li min, hoy yoy li min, hoy yoy li min hey yey hey yey
Koçera min hey yey, gula ber bêhna min hey yey hey hey
Kewa min gozela min hoy yoy, hoy yoy gidî
De gundo bejna Perîxana Mihê, eger sual dikî takrihana yekta ye
Keko min go takrihana yekta ye hoy yoy, hoy yoy li min hey yey
Ezê bêjim gelî derî cînar, bira û pismamno guhê bide
De dibên etegê sîpanê xelatê, keko cîkî ber bi ba ye
Ê de dibên etegê sîpanê xelatê, bêlome be cîki ber bi ba ye
Îsal teze kulîlk da ye, gelî brano gazin û loma ji min nekin îsal teze gûlî day e
Koçera min hay yey kubara min hoy yoy gidî
Min gote şalûl temîya min li tebe, daneyne ser baxê bê gul
Baxê bê gul mîna mirazê bê dil, minanî kirasekî bê mil,
Mînanî zevikek hemûceh bê simbil, mînanî gûzeke pûçe bê kakil
Cila şil e, ketiye bin hoy yoy yoy…
Xwazil ezê bûmya kolyek zêr biketama bejna xwe ya kewa gozel,
Minê xwe berda xala serê dil hoy yoy, hoy yoy li min hoy yoy
Koçera min hay lêy, kubara min hey lêy
Lo birano eger hûn suwal dikin, dibê îsal teze kulîlk daye hoy yoy
Gelî cimaata hazir eger suala xwe ji min dikin, haya min jê tune,
Îsal sê sal e, destê min jê qetiyaye hey dil de hay dil gidî hay dil
Gustîla di desta da, guharê di guha da, xizêma poz safî zer e, heqî kuta ye hey yey
Mi di digo xwedê dê û bavê min ra qebûl neke qe hilnede
Çawa ez negirtim nedame lawikê Mihacir,
Ez girtim dame Remoyê qeregêçî
Çiftê berikê min mînanî şemamokê bostana binê cûra da
Qirawa payîzê xwe avêtiyê teze xwîda ye hoy yoy, hoy yoy li min hoy yoy
Ê de dibêjin melê muxribê heya kurahiya sibê jê ra destûr daye hay yey hay yey
Ezê bêjim, tu gulî ez rihanim, hay yey hay yey
Min go tu sosinî ez pîltanim, îsal sê sal e, ez li pey te me
Ez çawa ziman û ez navê te nizanim, hoy yoy
Hey dil gidî hey dil hey yey,
Koçera min hey dil, kubara min hoy yoy
Çavkanî:
1.Gotubêja min a bi Şerîf Karahanê lawê Tahiro ra…
2.Kanala Dengbêj Tahiro ya li ser Youtube ê