Dengdana giştî ya Perlemana Kurdistanê bidawî hat

.

Dengdana giştî ji bo bidawî hat hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li seranserî Herêma Kurdistanê tevî her çar bazinan bidawî hat û tevaya bingehên dengdanê hatin daxistin.


Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li seet 07:00 ê serê sibeha îro (Yekşem, 20.10.2024) hat destpêkirin. Di dengdana giştî de, du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê hebû, ku li ser her çar bazinên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê hatibûn parvekirin. Piştî derbazbûna 11 seetan, li seet 06:00 ê vê êvarê piroseya dengdanê bidawî hat û tevaya bingehên dengdanê hatin daxistin.


Piştî şeş salan ji arêşe û astengan di rêya kirina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdisatanê de û tekezkirina Partiya Demokrat a Kurdisatnê ji bo kirina hilbijartinan bi awayekî şefaf û azad û dadperwerane, îro (Yekşem, 20.10.2024) dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdisatnê bi rê ve çû.
Dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê îro (Yekşem, 20.10.2024) bi rê ve çû, piroseya dengdanê li seet 07:00 ê serê sibehê dest pê kir û li seet 06:00 ê êvarê bidawî hat.
Berî 31 salan ezmûna yekê ya hilbijartinan bi awayekî demokrasî li Herêma Kurdistanê li dû qanûna hejmar 1 a Bereyê Kurdistanî li roja 19.05.1992î bi serperiştî û çavdêriya nûnerên çend rêkxistinên biyanî di warên mafên mirovan û demokrasiyê û endamên perlemanên welatên Ewropayê û rojnamevanên biyanî hat kirin.
Heta niha 5 gerên hilbijartinan hatine kirin û bi dirêjahiya wan geran, bi arasteya pêşvebirina piroseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê çend guhertin di ser awayên hilbijartinan de hatine.

Kurdistan Haberleri

Komîsyonê encamên fermî eşkere kirin: Kîjan partiyê çend deng standine?
Amerîka: Divê hikûmeteke ku xelkê temsîl dike bê derengî were avakirin
Ji Nûbiharê 4 kitabên bû
Partiyên Bakurê Kurdistanê: Encamên hilbijartinê li xelkê me pîroz bin
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (305)