Dengê stranên Kurdî li Almanyayê olan dide: Konsera 'Rêya Ber bi Hewlêrê ve'

.

 Li bajarê Kolnê yê Almanyayê li dêrekê konsera “Rêya Ber bi Hewlêrê ve” hat lidarxistin.

Di konsera Kolnê de hunermend Kurd û Ewropayî stran ji mêvanan re stra.

Her wiha li bajarê Wuppertalê jî dê konsereke din were sazkirin.

Konsera sêyem jî dê sibe li bajarê Dusseldorfê were pêşkêşkirin.

Yek ji hunermendên ku beşdarî konserê bû Wacîda Xêroyê ji Rûdawê re got:

“Ez kêfxweş im ku em dikarin hunera Şingalê û hemû Başûrê Kurdistanê li vir pêşkeş bikin.”

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Riyad Osman jî li ser konserê anî ziman:

“Me çend stranên xwe û çanda xwe li cîhanê belav kirin.”

Her 3 konser ji aliyê Enstîtuya Goetheyê ya li Herêma Kurdistanê ve û bi çavdêriya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ve tên organîzekirin.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir