Derbarê Îdlibê Rûsîya sozek daye Tirkîyê

Serokatîya Komara Tirkîyê, ragehand, derbarê hêrişa hêzên Sûrîyayê bo ser Îdlibê, Rûsîya soz daye Enqereyê.

Navenda Nûçeyan- Gotebêjê serokatîya Komara Tirkîyê, Îbrahîm Kalin, got: Em dibînîn hêriş li ser sinûrê Îdlbê zêde bûne, li ser evê mijarê jî, me peyameka yekalîker araste ya Rûsîyê kirîye, di bersiv de  Moskoyê di danûstandinan de li gel şanda Tirkîyê li Mosko, Rûsîyê soz daye ku hewlên xwe bide di dema 24 demjimêran de şer bihêt rawestandin.

Îbrahîm Kalin got jî: Em pêşbînî dikîn yekser şer li ser Îdlibê bihêt rawestandin û evê yekê jî pêwîstî bi rêkkevtineka nû ya agirbestê heye.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, pirsa parêzgeha Îdlibê girêdayî ye bi berpirsyartîya civaka nêvdewletî û bi dewleta Rûsîyê ve.

K24

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e