Hemeseîd Hesen
Satîr "hîcw kirin" karîkatûr e lê bi peyvan tê rêstin. Karîkatûr jî satîr e, lê bi wêneyan tê çêkirin. Karîkatûr tê wateya zêdegaviyê û zêdegavî regeza sereke ya dirustbûna karîkatûr e. Karîkatûr wê wateyê jî dide ku em barekî giran li ser pişta ajelekî zeîf û bêhêz bikin û hêviyên mezin li ser bingeheke pûç bihûnin. Karîkatûr zêdegavî ye di têkdan û kirêt nîşandana rûdêmê kesê nîşankirî, bi awayekî ku bibe cihê ken û laqirdiyê. Karîkatûr dikare rexneyeke bibandor be û tinaziyeke balkêş jî vehewîne.
Karîkatûr nihêniyan eşkere dike, tabûyan dişkîne û tiştê ku xelk xwe jê kerr û bêdeng dike, dibêje. Karîkatûr bi kêmtirîn hêl dikare, zêdetirîn tiştan bibêje. Wek mînak, bi çend mûyan, por û simbêlekî pehin û biçûk, Hitler nîşan dide. Karîkatûr rexneyeke devliken e, birîndarkirineke qerfok e û pişta xwe bi rexne û ken girêdide.
Karîkatûr îlhamê ji realîteyê werdigre û armanca wê rexnegirtin e. Lê bi şêwazeke tinazî ya tijî zêdegavî. Karîkatûr nerîna zivir a hunermendekî ye li ser kesayetiyeke navdar a karbidest. Karîkatûr dikare li ser bûyereke girîng yan diyardeyeke kirêt jî be. Lê hertim bi alîkariya xeyalê û bi şêwazeke tinazker. Karîkatûrîst bi hişyarî û bi planeke pêşwext, teşeya nêçîra xwe têk dide.
Karîkatûr bi rêya hêlên sade, naveroka dewlemend nîşan dide û berevaniya bihayên bilind dike. Karîkatûrîst bi çeka tinaziyê û bi navtêdana kenê kûr, hem bêhnê li qurbaniyê xwe teng dike û hem roleke girîng di guherînên civakî de dilîze. Karîkatûrîst wan bihayên dema wan çûyî ku li ba zordest û kevneperestan pîroz in, ji binî ve dilqeîne û kîjan desthilatdar pozê wî pir bilind e, dike cihê ken û qerfan. Satîrnivîs yariyê bi peyvan dike, lê karîkatûrîst bi rêya yarî kirina bi hêlan, rûdêmê kîjan kesayetiya ku xwe dibîne û qurre ye, têk dibe.
Erkê karîkatûr rexnekirina rewşa civakî û siyasî ye. Pir caran tiştê ku bi karîkatûrekê tê gotin, bi çend gotaran nikare bê gotin. Karîkatûr ku girêdayî hunera şêwekarî ye, pişta xwe bi realîteyê girêdide û pêwistiya wê bi wêrekiyeke mezin di derbirînê de heye. Karîkatûr bi rêya nîşandana çewtî û kêmasiyan, mirovan teşwîq dike ku xewna dinyayeke ronîdartir bibînin. Karîkatûr peyamek e ji hunermend bo xwîner ku heman realîte wan tîne ba hev. Herçiqasî karîkatûr pişta xwe bi hinek hêlên hêsan û sade girêdide, lê dikare peyamên girîng û wateyên kûr rabigihîne.
Karîkatûr berevaniya mafên mirovan dike û hewl dide bi rêya leqandina binemayên nerîtên kevin, germiyekê bide rêçika dîrokê. Bêyî hebûna azadiya raman û nerînê, karîkatûr ku şaxekî dara desthilata çaremîn e, nabe xwediyê şûnpiyekî bihêz. Karîkatûr rastî û xeyalan tevlî hev dike. Bi rêya zêdegaviyê, rê babeteke biçûk mezin dike yan tiştekî mezin, biçûk nîşan dide. Karîkatûr girêdayî derketina rojnamgeriyê ye. Dema rojname û kovar peyda dibin, êdî hêdî hêdî karîkatûr jî derdikeve holê.
Pêwist e hunermendê karîkatûrîst kesekî pak be. Kesek be ku ne hunera xwe di qazanca xwe ya taybet de bikar tîne, ne jî kêşeyên xwe yên kesînî û taybet pê yekalî dike. Yek ji kêşeyên karîkatûrîst ew e ku gava desthilatê rexne dike, wî wek alîgirê opozisyonê wesf dikin û gava opozisyonê rexne dike, wî wek zilamê desthilatê binav dikin. Herçiqasî karîkatûrîst tenê wê yekê nîşan dide ku baweriya wî pê te û guh nade kê jê zîz dide û kêfa kê pê tê. Karîkatûrîst di kirasekî şêrîn de, bi hêviya guherîna wê, serî li realîteyeke tal dide û hertim li berjewendiya mirovên stembar dixebite.