Deriyên dibistanên Rojavayê Kurdistanê sibe li pêş xwendekaran vedibin

.

Sibe 1’ê Îlonê sala perwerdeyê ya 2024-2025’an li Rojavayê Kurdistanê dest pê dike û dê 4 hezar û 100 dibistan dê pêşwaziya nêzî 900 hezar xwendekaran bikin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya pêştir ragihandibû, 1’ê Îlonê sala perwerdeyê ya 2024-2025’an dest pê dike. Li gorî Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Azad Berazî, di sala perwerdeyê ya 2023-2024’an de hejmara xwendekaran 860 hezar bû û di 4 hezar û 100 dibistanan de perwerde bûn, her wiha hejmara mamosteyan 40 hezar bû û hejmara karmendên qada perwerdeyê nêzî 50 hezar bû.

Berazî diyar kir, di sala nû ya perwerdeyê de hejmara xwendekaran dê nêzî 900 hezar xwendekarî be, lê ya mamosteyan mîna ya par e.

Têkildarî amadekariyên sala nû Berazî got: “Ji bo sala nû ya perwerdeyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê pêwîstiyên dibistanan ên wekî pirtûkan peyda kirine û dewreyên perwerdeyê ji bo rêveber û mamosteyan vekirin.”

Li gorî Desteya Perwerde Fêrkirinê, pêwîstiya 693 dibistanan bi sererastkirinê hebûn, sererastkirina 151 dibistanî bi dawî bûne û xebatên sererastkirina dibistanên din dewam dikin.

Li navçeyên Rêveberiya Xweser bi zimanên erebî, kurdî û suryanî perwerde tê dayîn.

Berazî jî got: “Bi armanca ku her pêkhateyek ji yên din qut nebe, Desteya Perwerdeyê biryar daye ku xwendekarên ku refa 4’an a seretayî temam kiribin, dikarin li kêleka zimanê dayikê, zimanekî din ê pêkhateyekê hilbijêrin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye