Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya ku Komeleya Lêkolînên Kurdî belav kirîye ji 15'ê avrêlê/nîsanê û pê ve bi awayekî online dersên kurdî bike dest pê kirin. Komeleyê wisa gotîye: "Kesên ku dixwazin hînî xwendin û nivîsîna kurdî bibin û kurdîya xwe bi pêş ve bibin, dikarin beşdarî van waneyan bibin. Piştî temamkirina waneyan, êdî hûn pir bi rehetî dikarin kurdî bixwînin û binivîsin.
Ji bo beşdarbûnê tijîkirina vê formê û barkirina bernameya Zoomê li telefon yan jî kompîtera xwe bes e, tiştekî din lazim nake. Piştî ku we ev forma tijî kir, em ê têkilîyê bi we re daynin.
Komeleyê ragihandîye ku dersên kurdî (kurmancî/kirmanckî) dê nava hefteyê her roj di navbera saetên 19:00 - 21:00'an de li ser bernameya ZOOM'ê li dar bikevin, lê beşdar kîjan rojî bixwazin beşdar bibin berê de dê dîyar bikin û bername li gor vê yekê dê bê sazkirin.
Ji bo formê bitikînin:
-KOMELEYA LÊKOLÎNÊN KURDÎ-FORMA DERSAN