Navenda Nûçeyan - Komeleya Lêkolînên Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî, NÇM, Weqfa Mezopotamya û gelek weşanxaneyên kurdan têde bi hev re daxuyanî belav kirin. Banga hînbûna kurdî (kurmancî, kirmanckî) kirin û ji bo vê yekê jî qursek din a kurdî ji ser online re vekirin.
Di vê çarçoveyê de qeydên dersan 15'ê gulanê dest pê kirin û heta dawîya mehê yên bixwazin dê navê xwe qeyd bikin.
Li gor bernameyê nava hefteyê her roj di navbera 14.00-16.00 an jî 20.00-22.00 dê ders bêne dayîn. Piştî ku beşdar dem eyar kinin serê meha pêşîya me dê ders dest pê bikin.
Kampanya ji bo her du zaravayan e û roja 1'ê meha pêşîya me dê dest pê bikin û 4 hefteyan bidome.
Ji bo navê xwe qeydkirinê lînk ev e: