Dêrsim erdhejîya!

Li navçeya Pilemûrîye (Deşt) ya Dêrsimê erhejek bi hêza 4.2 pileyên Rîxterê çê bû.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyan, îro serê sibê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek rû da.

Rêveberîya Belayan û Rewşên Bilez (AFAD) li Tirkîyê ragihandîye, erdhej li navçeya Pilemûrîye ya Dêrsimê û îro Duşemê derdora saet 02:58an çê ûye û hêza wê 4.2 pileyên Rîxterê hatîye tomarkirin.

Herwiha hatîye ragihandin, ku navenda erdhejê bi kûrahîya 7 kîlometran li binê erdê bûye.

Derbarê ziraran de hêj ti agahî nehatine ragihandin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e