Derveyî Hêro Îbrahîm hemû rêveberên YNKê dixwazin carek din bibin namzed

Derveyî endama politburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed, hemû rêveberên YNKê dixwazin careke din di kongreya çarem a YNKê de careke din xwe bo encûmena rêveberîya partîyê bibin namzed û egereke mezin ve dê rêveberîyê de bimînin.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên BasNewsê, Hêro Îbrahîm ji ber rewşa wê ya tenduristîyê xirabe di kongreya çarem de dest ji wê peywira xwe berdide û hemû rêveberên din naha kar dikin careke din ser peywira xwe bimînin.

Cîgirê berpirsê malbenda Germîyanê Mela Rehîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hewldaneke cidî heye bo xelkê nû bipêş bikevin.’’ Û got: ‘’Hêro xan wek her mirovekî nexwaş dikeve, hêvîdarim tenduristîya wê baş bibe û beşdarî kongreya YNKê bike. Lê heta naha bi fermî ti biryarek nedaye, ka beşdarî kongreye dibe yan na.’’

Endamê rêveberîyê û berpirsê malbenda YNKê yê Bexdayê Pola Sîrwan Talabanî jî ji basnewsê re got: ‘’Kongre rawestgeheke bo nûbunê. YNK ji ber wê kongreyê dike ku guhertinê di peykerê partîyê de bike. Lê pêwîste guhertin bi awayekî be ku li gel demê bigunce, ku ciwan û sîmayên nû pêşkevin.’’

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e