“Dest ji Sûriyê bikişîne, li halê me binêre”

“Dest ji Sûriyê bikişîne, li halê me binêre”

Di meşa nerazîbûnê ya bajarê Îsfehanê ku ji bo roja “Quds” hatibû lidarxistin, beşdarên meşê nerazîbûna xwe li hemberî destêverdanên rejîmê Îslamî ya Tehranê di nava karûbarên Sûriyê de, anîn ziman û di vê derheqê de dirûşmên li dijî rejîmê dan gotin ku, “Dest ji Sûriyê bikişîne û li halê me binêre”.

Di meşa sala darbzbûyî de jî, li bajarê Îsfehanê, xelkê nerazî ku beşa herî zêde ji wan, ew kedkar bûn ku çend heyv bûn mûçeya heyvane ya xwe wernegirtibûn, dirûşma “Destan ji Sûriyê berde û li halê me binêre” dabûn.

Li bajarê Tehranê jî, meşvanan li dijî destêwerdanên rejîmê di Sûriyê de, dirûşma “Destan ji Sûriyê berde û li halê me binêre” dabûn.

Destêwerdanê Komara Îslamî di karûbarên Sûriyê de, rojbiroj ber bi zêde bûnê ve diçe, wate xincî mezxtina sermaye û dahat xelkê hejar û birçî ya Îranê, di rasteya piştevaniya ji Beşar Esed di Sûriyê de, heya niha bi sedan kes ji pasdar û Besiciyên Îranê jî, di nava axa Sûriyê de bi destên hêzên azadîxwaz hatine kuştin.

Di Îniya dawiyê ya heyva Remezanê ku piştî serkewtina şoreşa gelên Îranê, ji aliyê Xumeynî ve bi roja “Quds” hatiye binavkirin, hersal li hemû bajarên Îranê meşên curbicur li dijî Îsra’îlê tên lidarxistin.

Kurdistanmedia-Rûpela Nû

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes