Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê civîneke şêwirmendiyê li Hewlêrê kir

.

Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê civîneke şêwirmendiyê li Hewlêrê kir û tê de nûnerên siyasî yên Sûriyeyê, rêxistinên civaka sivîl û kurdên Rojavayê Kurdistanê guftûgo li ser pêşhat û pêşniyarên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyeyê re kirin.

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê Îbrahîm Biro ji K24ê re got: “Em bi vê civînê dixwazin xelkê xwe bibînin. Hatina Serokê Desteya Danûstandinan û şanda pê re bo Hewlêrê, ji bo em guhdariya xelkê xwe bikin ku ka ew ji Desteya Danûstandinan dixwazin. Hem em nêrînin xwe bibêjin û hem jî em guhdarî rexne û têbîniyên xelkê xwe bikin, bi taybet ku zêdetir ji 300 hezar Sûrî li Hewlêr û bajarên din ên Herêma Kurdistanê dimînin.”

Opozîsyona Sûriyeyê ev 13 sal in hewl dide çareseriyeke siyasî ji Krîza Sûriyeyê re bibîne. Di bin çavdêriya navdewletî de jî civînên hatin lidarxistin, yek li Cenevê û ya din jî li Astanayê. Lê di van salên dawî de tiştek di kirîza Sûriyê de neguheriye. Serokê Desteya Danûstandinan jî dibêje, rêjîma Sûriyeyê ji bo dîtina çareseriyê ne amade ye.

Serokê Desteya Danûstandinan Bedir Camûs ji K24ê re got: “Hemû hewlêm me biser neketin, ji ber ku rêjîma Sûriyeyê li ser siyaseta xwe ya ewlekarî û leşkerî berdewam e, bi nêrîna wê bi milyonan kesên ku ji Sûriyeyê derketine, terorist in. Em ê berdewam bin li ser berevanîkirina li welatî û welatê xwe, ji bo em bigihin welatekî azad û demokrat, bi rêya cibicîkirina biryarên navdewetî bi taybet jî biryara 2254.”

Opozîsyona Sûriyeyê 170 civînên şêwrê, 8 civînên li Cenêv û Astana, ji bilî Riyada Yek û Du û gelek civînên din pêk anîne, lê hîn jî ti çareseriyeke siyasî ji wî welatî re nehatiye dîtin, di demekê ku gelê wî welatî ev 13 sal in ji ber şer, kuştin û koçberiyê dinalin.

Jêder: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike