Desthilatiya Joe Biden û Hêviya Kurdan

.

Abdullah Kiran/Rûdaw

Desthilatiya Amerîkayê ya nû, li seranserê welat hema bêje bi hemû Kurdan re hêviyek xurt peyda kir. Bêguman ev hêvî zêde bêsedem jî nîne; çîmkî sê çar salên dawî, bi taybetî di dema serokatiya Donald Trump de Kurdan, di serî de Kerkûk û Efrîn gellek tişt hunda kirin û bi sed hezran Kurd ji cih û warê xwe bûn, ketin kuçe û kolanan, li ber sînor û deriyên welatên xerîb bûn penaber û man. Helbet di vê şikestina giştî de para desthiltaiya Trump gellek zêde bû, lêbelê gellek kêmahî û qisûrên siyasta Kurd bi xwe jî hebûn. Mixabin ku Kurdan hem li Bakûr û hem jî li Başûr hin şaşiyên gellek stratejik kirin. Loma di vê şikestin û tarûmariyê de para siyaseta Kurd ne hindik e.  Eger em van şaşiyên stratejik, bi aqilekî siyasî, baş analiz nekin û hin dersan jê nestînin, di pêşerojê de cardin dikarin derkevin hemberî me.

Malxerabiyê bi têkçûna demajoya aştiyê dest pê kir

Jiyan, qeder û pêşeroja Kurdan wek millet bi hev ve girêdayî ye. Gava hin Kurd li perçeyekî welat şaşiyeke stratejik bikin, hingê ev şaşî û kêmahî bibê nebê bi awayekî li ser jiyan, qeder û pêşeroja Kurdên perçeyên din jî tesir û bandora xwe nîşan didin. Bêguman berevajiyê vê yekê jî rast e. Gav û helwesteke rast, destxistineke stratejîk bîhna Kurdên perçeyên din jî dertîne û hilma wan fireh dike. Çawa ku firehiya li aliyekî ji bo aliyên din jî geşî, xweşî û firehiyekê tîne, herweha şaşî, tengazerî û pêsîrtengiya aliyekî, aliyên din jî bîhnteng û pêsîrteng dike.

Di dîroka Kurdan ya dema nêzik de, yek ji şaşî û çewtiya herî stratejik, têkçûna demajoya aştiyê ya li Tirkiyê bû. Sed heyf û mixabin, aliyê Kurdan ji vê fersendê bi feraset îstîfade nekir û herweha ji demekê şûn de demajo pelişî. Helbet hin sedemên vê xerabûn û pelişînê hene. Niyeta çaresekirina mesela Kurdî, hîmên dewleta Kemalîst ji binî ve dihejand. Ji ber vê yekê çepgir, rastgir û neteweperst tê de, hemû partiyên siyasî yên welat li hemberî vê helwesta Serokwezîr Erdogan û partiya wî derketin. Ev tiştek asayî bû, çimkî bi çareserkirina mesela Kurdî re, li Tirkiyê pergaleke nû ava dibû.

Belê tiştê herî xerab û ne asayî ev bû ku HDP bi xwe jî ketibû govenda van partiyên din. Ev hemû partiyên ku ji Îttîhat û Terakkî dihatin û hebûna xwe bi siyaseta înkar û asîmilasyonê ve girêdabûn, dezgeheke acêb li hember çareserkirina mesela Kurdî saz kiribûn. Demek şûn de, me dît ku HDPê bi xwe jî ketiye nav vê dezgehê. Kî zane, belkî ji destpêkê ve jî HDP di nav vê dezgehê de bû. Îcar van partiyên ha, di dawet û dîlana li hemberî desthilatiya AK Partiyê û çareserkirina mesela Kurdî de, rolê sergovendiyê dabûn HDPê. Peyvên herî tûj, sloganên herî tûj yên li hemberî Serokwezîr Erdogan ji devê HDPyiyan derdiketin. Tu partiyeke din ji bo Erdogan negot, “Em ê te nekin Serok!” Belê Serokê HDPê û HDPyiyan ev peyv kir û an jî hinekan ev bi wan da gotin. Heta hin aqilmend û jîrikên Tirkan yên ku bi rayên (dengên) Kurdan bûbûn parlamenter, di televizyonan de digotin: “Eger Ak Partî here, kî jî were ewê demajoya aştiyê bajo û mesela Kurdî baştir çareser bibe.”

Helbet bi awayê ku wan digot çênebû. Gava Serokwezîr Erdogan dît ku HDP jî di nav de, hemû partiyên Tirkiyê dixwazin dawî li desthilatiya wî bînin û ji bo vê yekê  dixebitin, hingê wî jî dev ji çareserkirina meseleya Kurdî berda û xwe nêzikî partiya nîjaperset MHPê kir. Berê baş an xerab, qet nebe şarederiyên welat di destê Kurdan de bûn; belê bi şerê çalik, kortik û xendekan re PKKê ew jî ji destê Kurdan derketin. Niha êdî hemû şarederiyên bajarên Kurdan, bi riya waliyên qayim tên rêvebirin. Heta niha tu dengek  xurt ji partiyên ku HDPê li hember Serokwezîr Erdogan û demajoya aştiyê digijgijandin derneket. Kifş e ku ew jî gellek  razî û memnûn in.

Piştî ku AK Partî bi MHPê re bû hevalbend, karê desthilatiyê ji bo wê hê rihet û hêsantir bû. Berê HDP jî di nav de, hemû partiyên Tirkiyeyê li hemberî AK Partiyê bûn; lê niha MHP li kêleka wê ye û heta ku MHP pê re be, bi hilbijartin an bêhilbijartin, ewê li Tirkiyê desthilat be. Çimkî di hişmendiya gelê Tirk de MHP dewlet e.

Biryara  referandûma serxwebûnê bi awayê huqûqî rast,  lêbelê ji aliyê siyasî şaş bû

Çawa ku tê zanîn, di 25ê Îlona sala 2017an de bi biryara Parlamentoya Kurdistanê referandûma serxwebûnê hat lidarxistin. Beriya ku li Başûr referandûm were kirin, di serî de dewletên cîran, pirraniya dinyayê li hemberî vê biryarê derket. Hingê Amerîkayê xwest ku ji bo çend salan Kurd referandûma serxwebûnê bi paş bixin. Desthilatiya Başûr û Amerîkayê li ser vê yekê li hev nekirin û di encamê de referandûm hat çêkirin.

Şaşiyên HDPê, têkçûna demajoya aştiyê û nêzikbûna AK Partiyê ya bi MHPê re, li Tirkiyeyê ji bo Kurdan atmosfereke nebaş afirandibû. Tirkiye di serî de zêde li hemberî referandûmê derneket û ji bo demekê rûdan şopandin. Îran ji roja rojîn ve li hemberî vê yekê bû. Demekê bi şûn de, di navbera Îran û Tirkiyê de li ser vê mijarê hevdîtinên gurr dest pê kirin. Serdarê Giştî yê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî, tam 38 sal bi şûn de,  mehekê beriya referandûma serxwebûnê, di 16ê Tebaxa sala 2017an de Tirkiye ziyaret kir û bi Serokkomar Erdogan re civiya. Bêguman mijara sereke  referandûma serxwebûna Kurdistanê bû. Piştî vê ziyaretê helwesta Tirkiyê her ku çû hişk bû û Serokkomar Erdogan got ku ewê berdêla vê yeka ha gelek giran be. Rojekê piştî referandûma serxwebûnê Erdogan got: “Niha gava ku em dest bi ambargoyan bikin, hûnê wisa li navê bimînin. Wextê em vanayê (deriyê kaniyê) bigirin kar diqede. Wê hemû hatin-matin ji navê rabe. Gava ku tir ji Bakûrê Iraqê re nexebitin, wê ew tiştên xwarin û lixwekirinê (lîbas) nebînin. Ewê bikevin rewşeke wisa”(BBC, Turkçe, 26 Eylul,2017).

Serokkomar Erdogan, ji tiştên ku got hê zêdetir jî kir.  Hê mehek derbas nebûbû,  di 17ê Meha Cotmehê de, Kerkûk û hemû deverên ku di sala 2014an de piştî êrîşên DAÎŞê ketibûn destê Kurdan, di şevekê de ji destê wan derketin. Pêşmerge bi girî ji Kerkûkê reviya. Çimkî planeke mezin hatibû çêkirin û dezgeheke mezin hatibû danîn. Helbet avawerê(mîmarê) vê planê Îran bû. Belê ev plan bêyî ku Tirkiye bibe alîkar, di wan rojan de nikaribû biçûya serî. Ji bo ku ev plan biçe serî, diviya ku Amerîkayê rê li ber êrîşa Îranê vekira û jê re nebûya asteng. Karê yeqînkirina Amerîkayê, bi Tirkiyeyê çêdibû. Îranê baş dizanibû ku navbera D. Trump û Serokkomar Erdogan baş e û Trump wê nexwaze Erdogan bişkîne. Tirkiyê giraniya xwe danî û Trump, Serokkomar Erdogan neşikand; rê li ber dagirkirina Kerkûkê vekir.

Şeva ku Îranê bi tanqên Amerîkayê yên Abraham êrîş anî ser Kerkûkê, hingê Serok Mesûd Barzanî bi mezinbûna planê ku hatiye çêkirin hesiya. Ne tenê Kerkûk, standina deriyê Xebûrê jî tê de, armanc bi tevahî pûçkirina statûya federe ya Başûr bû. Helbet bêbextî û xîyaneta hin hêz û partiyên Kurd jî di nav kar de hebû û Qasim Silêmanî karekî baş derxistibû. Belê plan gelek mezin bû; xençera birayên bêbext di nav diranên vê çerxê de biçûk dima.

Kurd dikarin Ji desthilatiya Amerîkayê ya nû çi bixwazin?

Dîrok mamosteyeke fêrdar e. Her şaşî û çewtiyên dîrokî ji bo miletan tije ders in. Bi ya min, ne hewce bû Parlamentoya Kurdistanê “bi def û zirnê” referandûma serxwebûnê îlan bikira û bi vî awayî hemû dewletên cîran li hemberî deskeftiyên Kurdan rakirana ser lingan. Çimkî serxwebûn mafekî xwezayî yê her miletî, her neteweyê ye. Eger hêza we hebe û hevsengiya(balanca, denklema) siyasî ji bo vê yekê dest bide, ne hewce ye  ku hûn ji kesî destûrê bigirin. Hûnê di rojekê de îlan bikin û ewê biqede. Belê gava ku hûn “bi def û zirnê,”  ji çend meh berê ve vê yekê îlan bikin, hûnê bi vî awayî mala xwe bi destê xwe xera bikin. Rast e li dinyaya medenî (bajarwer) meyla gel û raya giştî girîng e, belê li Rojhilata Navîn ev yek pere nake. Ka  bala xwe bidinê, li vê taxê, kîjan dewlet bi referandûmê ava bûye? Îcar heta ku Kurd bi riyên deryayî, bejayî û asîmanî bi dinyaya hemdem re pirekê ava nekin, neqebekê venekin, serxwebûneke tam û tevahî ne mimkun e.

Tiştê ku îro Kurd dikarin bikin û ji Amerîkayê bixwazin ev in:

1) Aştiya navxweyî, ji hev hezkirin, li ber hev danîn û barê hevdû hilgirtin bingeha serkeftinê ne. Mala ku dubendî ketê li ser lingan namîne; hildiweşe. Divê berî her tiştî aştiya navxweyî, li ser heq û hiqûqa biratiyê bê sazkirin.

2) Herî dereng di nav du- sê salan de, bi piştgirî û alîkariya DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ji bo Kerkûk û deverên ku devjenî (munaqeşe) li ser tên kirin, li gorî Qanûna Bingehîn a  Iraqê, ji bo pêkanîna xala 140î  referandûm bê çêkirin. Ev yek ji bo Kurdan tiştekî jiyanî, mesela man û nemanê ye. Li gor biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya sala 2019an, xala 140î hê li cihê xwe dimîne û heta ku pêk neyê, nikare cîbicîbûyî bê qebûlkirin. Kurd bi piştgitiriya DYAyê û dinyaya hemdem (bi taybetî Fransa), niha dikarin şertên xala 140î pêk bînin û Iraqê ji bo referandûmê razî bikin.

3) Divê aborî û ewlehiya navxweyî tekûz be, bê tekûzkirin. Heta ku Kurd girêdayî butçeya Bexdayê bin û çavê wan li pereyê ku ew ê ji Bexdayê were be, nikarin li ser lingan bisekinin. Rewş çi dibe bila bibe, divê herêma Kurdistanê beriya serxwebûna xwe ya siyasî,  serxwebûna aborî bi dest bixe. Ewlebendiya (garantiya) serxwebûna aborî ew e ku cardin Kerkûk li ser axa welêt were vegerandin.

4) Ev e sî sal e ku pirraniya Başûrê Kurdistanê di destê Kurdan de ye; belê hê jî artêşek hevpar nîne. Divê hêzên pêşmerge zûbizû ji partiyên siyasî bên dûrkirin û artêşeke netewî ya ku ji navendekê emir distîne ava bibe. Artêşeke du serî, nikare xizmeteke netewî ya baş bike. Çimkî duserîtî dubendiyê tîne, dubendîtî rê li ber destwerdana hêzên derveyî vedike. Destwerdana hêzên derve, çawa ku di mesela Kerkûkê de jî hat dîtin, xerabûn û têkçûnê amade dike.

5) Divê li herêma Kurdistanê tevegereke hunerweriya giran (heavy industry) bi destê hikûmetê bê lidarxistin, fabrîkayên hesin û çîmento, fabîrkayên metal, fabrîkayên ku berhêneriya malên hunerwerî(sinayî) dikin bên avakirin û ligel vê yekê, zeviyekî axa welêt vala û beyar nemîne. Divê Başûr bibe navendeke sermiyan û bazirganiyê. Çawa ku îro Hewlêr ji bo tevahiya Iraqê bûye navendeke bazirganiyê, sibê li ser Rojava, ji bo Sûriyeyê jî heman tişt dikare çêbibe û divê çêbe jî. Rizgariya Kurdan bi aboriyeke xurt, aştiya navxweyî û ewlehiya welêt ve girêdayî ye.

6) Eger Kurd bikaribin Hewlêrê bikin navendeke sermiyan û bazirganiyê, ewlehî û îstikrareke baş û ewle ava bikin, hingê wê sibê hêdî hêdî hemû welat navendên sefaretxaneyên xwe ji Bexdayê bar bikin Hewlêrê. Demekê bi şûn de ne Kurd, belê ewê dinya dewleteke serbixwe ji bo Kurdan bixwaze.

7) Bi welatên cîran re, bi taybetî bi Tirkiyê re têkiliyeke baş ji bo xurtkirina aboriyê jî pêwist e. Heta ku li Tirkiyê, mixalefeteke ku doza demokrasiya rastîn dike tune be, wê desthilatiya AK Partiyê mayinde be. Demokrasiya rastîn jî bi çareseriya meseleya Kurdî ve girêdayî ye. Li Tirkiyê hê jî hemberiyeke ku doza çareserkirina meseleya Kurdî dike nîne. Eger ku bixwaze, yan desthilatiya wî bikeve xeterê,  sibê cardin Serokkomar Erdogan dikare di vê pirsê de însîyatîfekê li dar bixe; çimkî bi awayê siyasî pragmatist e û wek Kemalîstan ne mirîdê îdeolojiyekê ye.

Çawa ku me di destpêkê de jî anî ziman, di dema desthilatiya Trump de Kurdan gelek tişt ji dest dan. Şaşî û bêferasetiya şerê xendeken bandora xwe li ser ji dest derketina Kerkûkê nîşan da, ji dest çûyîna Kerkûkê bi xwe re wêranbûna Efrînê anî. Rast e; Tirkiye di meseleya Kerkûkê de ji Îranê re bû alîkar, belê Îranê jî deynê xwe bi Efrînê da. Çîmkî eger Îran jî pê razî nebûya, Rûsyayê qada asîmanî ya Sûriyeyê bi rihetî li ber Tirkiyê  venedikir.

Xwezî Kurdan di sala 2017an de referandûma serxwebûnê çênekira, belê referandûma Kerkûkê  û herêmên ku devjenî li ser tên kirin çêkiribûna.  Gelo, gava ku Amerîkayê ji Kurdan xwest ku referndûma serxwebûnê ji bo çend salan taloq bikin, hingê Kurdan bi şertê ku referandûma Kerkûkê çêbikin ev pêşniyaz qebûl bikirina, niha sed qat çêtir nedibû? Êdî îro, Kurd çi dikin bila bikin, divê bi alîkariya DYA û dewletên Ewropayê Iraqê razî bikin û referandûma Kerkûkê çêbikin. Çimkî ev kar çiqas bi derengî bikeve, wê ewqas zehmettir û tevlihevtir bibe. Iraq îro bûye wek Satrabeke (walîtî) Îranê. Eger DYA ji dil û can dixwaze bandora Îranê ya li ser Iraqê kêm û sist bike, riya vê yekê di referandûma Kerkûkê re derbas dibe.

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike