Nesrin ROJKAN
XWEDAYÊ BRÛSKÊ TOR, zexmtirîn Xweda di nav hemû Xwedayan de, di şeran û cengan de, xurttirîn, wêrektîrin û jîrtirîn Xweda, hê ji xew baş şîyar nebûbû, lê dîsa jî dizanî ku şaşiyek heye. Destê xwe wek her carê dirêjê çakûça xwe kir, çakûça ku hertim, dema bikeve xewê nêzikê serê xwe didanî.
Bi çavên girtî ve devdorê xwe palmaste kir. Destê xwe bir û anî, da destikê çakûça xwe yê, ku jê re nas û ewle ye, peyda bike.
Çakûç nebû.
Tor çavên xwe vekirin. Rabû û rûnişt. Rabû ser lingan. Di nav olîya xwe de çû û hat.
Çakûç li tu derê nebû. Çakûça wî wunda bûbû.
Navê çakûça Tor, Myölner bû. Herdu bonciyan, Brock û Sindre jê re çêkiribûn. Yek ji wan şaheserên Xwedayan bû. Ger Tor bi wê çakûçê li tiştek bidaya, ew tişt yek carê de têk diçû. Ger çakûça xwe bavêta tiştekî lê çakûç vala biçûya, tu carî hedefa xwe şaş nedikir û paşî dîsa paşde difîrî heya digihişte destê xwediyê xwe. Wî dikarî çakûça xwe biguhirine jî, wusa biçûk bikira,ku bêxista nav paşkê xwe de, û paşî dîsa mezin bikira. Çakûç bi hemû awayen ve bêhempa bû ji bilî yek tiştê: destika çakûçê hinek kurt bû, lewra diviya Tor bi yek destê xwe ve biavêta.
Çakuç, Asgårdê ji hemû belayan ku gef lê dikirin, diparast. Ji ajêlên hov, ji trolan, ji hemû cur cinawiran: zirafê herkesê ji çakûça Tor diqetiya.
Tor evîndarê çakûça xwe bû, lê çakûç jî êdî nemabû.
Çend tişt hebûn Tor dikir, dema tiştek di riya xwe de neçûya. Yekem tişta ku dikir, ew bû ku ji xwe dipirsî ka gelo tiliya Lokî tê de heye yan na. Tor hinek li ser vê yekê ponijî. Lê qet bawer nedikir ku Lokî bixwe jî biwêre çakûça wî jê bidize. Lewra êdî tişta duyem kir, ger çewtiyek rû bidaya. Rabû çû ba Lokî ku şîretan jê bigire.
Lokî yekî serwext bû. Wî dizanî ka çi jê re bêje, û çi bike.
Tor çû berê û gotê ”nebêje kesê, lê çakûça Xwedeyan dizîne.”
Lokî ruyê xwe qirmiçand û gotê ”ev ne mizginiyek ji xêrê bû, ka lê binêrim ez ê peyda bikim.”
Lokî çû ket nav oliya Freya. Freya ji hemû Xwedayan bedewtir bû. Porên wê yên zêrîn diweriyane ser milên wê û di bin tava sibê de diçirisîn. Herdu pişîkên Freya di nav oliyê de digeriyan û dixwestin ku ereboka wê biajon.
Gerdenîya wê ya Brisingam di gerdena wê de wek porên wê yên zêrîn diçeyîsî, ya ku bonciyan li jêrê, di navika dinyayê de ji Freya re çêkiribûn.
Lokî hate ba lê û daxwaziyek jê kir.”Ez xeftana te ya bi pûrt ji te dixwazim . Ew a ku mirovan difirîne.”
Freya li dij daxwaziyê derket ”bê guman na, ew xeftan buhatirîn tişta min e, ew ji zêrê buhatir e. Ez nahêlim tu wê li xwe bikî û pê tevliheviyan bikî.”
”Çakûça Tor dizîne, divê biçim peyda bikim.”
”Ê bila, bila. Ez ê biçim a niha xeftanê xwe bînim ji te re.”
Lokî firî çû asmanan di qalikê şahînek de. Ji Asgårdê dabor bû û çû. Frî çû warê dêwan û li jêr nihêrî û li jêr tiştek derasayî dît.
Di bin xwe de dît ku kirêttirîn û girstirîn ajelek e ku heta niha dêwek bi çavên xwe bixwe dîtiye, li ser goregintek rûniştiyê û şîtikan ji stuyê kuçikan re dihûne. Dema çavê ajêlê bi Lokî di qalika şahînê de ket, diranên xwe bi kenê xwe ve beş kir û destê xwe jê re hejand.
”Rewşa xwedeyan çawa ye gelo Lokî? Pêjnek nû ji alfan heye? Û tu çima bi tena serê xwe hatîyî warê dêwan?
Lokî hat xwe li ba trolê girs danî. ” Tenê mizgînîyên ne bi xêrê ji Asgårdê hene û ji alfan jî tenê yên nebaş hene.”
”Bi rastî jî?”Trolê girs bi pingeping keniya, wek ku tiştek gelek baş kiribe wusa pê dilxweş bû, û got ku ew yekî ecêb ê şûm e. Lokî kenê wî baş nas dikir. Lewra ew jî carinan wek wî dikeniya.
”Erê. Çakûça Tor wunda ye, gelo haya te jê heye?”
Trolê girs binê çengê xwe xwurand û dîsa pingeping pê ket.
”Dibe ku min hay jê hebe, ka gelo Freya çawa ye, birastî jî çawa dibêjin wusa bedew e?”
Lokî bersiva wî dayê ”mirov divê hez ji yên weka wê bikin.”
”Erê ma, min ew divê, bi rastî jî min ew divê.”
Bêdengiyek nexweş derçû. Trolê dêw şîtika di destê xwe da danî ser şîtikên din û dest bi hûnandina yeka din kir û got:
”Çakûça Tor li ba min e. Min ew li di nav dinyayê de wusa di cihek wusa kûr de veşartiye ku çi kesek nikare ew derêxîne, Odin bixwe jî bixwe jî were nikare derêxîne. Tenê ez dikarim çakûçê ji wî cihê derêxînim. Ger tu daxwaziya min pêk bînî, dê ew jî bigije çakûça xwe.”
Lokî jî jê re got ”ez dikarim buhayê çakûçê bidim te, ez zêr bidim, kehrîbar bidim, û xezîneyên bêhejmar bidim te.
Trolê dêw ”min nevê çi xezîne, min divê Freya li gel min şû bike. Heftiyek piştî îro were vir, ez ê diyariya Xwedayan wek perîya bûkê, bi şev bidime Freyayê.
Lokî jê pirsî ”Tu kî yî?”
Trolê dêw diranên xwe yên xwahr bi kenek ve jê re beş kirin û gotê ”wey li min Lokî kurê Laufey, ez mîrê trolên dêw im, ez Trymê mezin im.”
Lokî jî jê re”çi şika min nîne ku em li hev nekin Trymê mezin”û paşî qalkê Freya li xwe kir, baskên xwe fireh kirin û firda çû asmanan.
Ji jorde dinya jê re gelek biçûk dixuya: li binya xwe de wan darên dirêj û çiyayên bilind wek leyîstokên zarokan didîtin, û derdê xwedayan jî jê re wek leyza zarokan bûn.
Tor di baxçeya kelha Xwedayan de rawestiya bû û li bendê mabû, hê Lokî negihiştî erdê destên Tor ên mezin pê girtin û jê pirsî:
”Ê, de bêje, tu tiştek dizanî. Ez di çavên te de dibînim ku tu dizanî. De zû bêje ka çi dizanî, a niha bêje. Baweriya min bi te nayê, de zû bêje heta tu pê negihijî dîsa deq û dolaban çêkî û tevliheviyan bikî.
Lokiyê ku hema yek bêhnek de deq û dolaban dikîr, heta kesek din bêhna xwe bidaya û bistanda wî tevliheviyan bikira, berê xwe da Tor û jê re bi awayek bêguneh ve girnijî û gotê ”Çakuça te ji aliyê Trym ve, mîrê hemû trolên dêw ve hatiye dizîn. Min ew qanih kir da çakûça te bide te, lê ew jî berdîlek dixwaze.”
”Ê baş e, gelo berdîla wî çî ye?”
”Daxwaziya destê Freya dike, ku pê re bizewice.”
Tor bi kelecanî pirsî ”ma hema tenê destê wê dixwaze?”
Ku tenê dest be, du destên wê hene ji xwe, ku em bikarin ew qanih bikin, dikare xwe ji destek xwe bike, bê gengeşiyên mezin. Weka Tyr jî ku demek berê destek xwe feda kiribû.
Lokî bersîva wî dayê.
”Hemû Freya dixwaze, ew dixwaze pê re bizewice”
”Himm, ew dê nexwaze bizewice, tu çêtir dikarî ew qanih bikî. Tu ji min çêtir mirovan qanih dikî, dema çakûça min ne di destê min de be.”
Herdu bihevre vegeriyan û çûne baxçeya Freyayê.
Lokê çû ber û gotê ”vayê qalkê te yê pûrt”.
Freya jê re spas kir û gotê ”te pê zanî ka kê çakûça Tor dizîye?”
”Trym, mîrê trolên dêw.”
”Min navê wî bihistiye, yekî gemar e. Çi dixwaze ber çakûçê ve?”
”Te. Dixwaze bi te re bizewice”.
Freya serê xwe hejand. Dilê Tor şad bû ku hema zû bi zû pejirand.
Tor bi kêfxweşî ji Freya ra got ”rabe xemla xwe li xwe bike, sandoqa xwe girê bide, xwe amade bike. Tu û Lokî herina warê dêwan. Em te zû bidin Tyr hingî poşman nebûye. Ez çakûça xwe dixwazim.”
Freya dengê xwe nekir.
Tor pê hesiya ku erd diheje, û dîwar jî. Qijîn kete nav pişîkên, çûn xwe li pişt sandoqê veşartin û êdî ji wir derneketin.
Freya kulmên xwe şidandin. Gerdeniya wê ya Brisingam ji stuyê wê filitî, kete erdê. Lê ew bi tiştek nedihesî. Wê tenê bi awirek wusa li Tor û Lokî dinêriya çawa ku herdû jî nizimtirîn û gemartirîn ên dinyayê bin.
Tirsa dilê Tor hinek danî dema Freya dest bi axavtinê kir.
Bi dengekî gelek nizm pirsî ”ma we got ez çi jin im? We got qey ez wusa ker im? Wek got hûn wusa bi hêsanî ji min xilas bibin? EZ jineke wusa me ku hûn hema bikarin min bidin trolek ji bo xwe ji belayan xilas bikin? Ger hûn herdû jî bawer dikin ku ez ê biçime warê dêwan, û ez ê tac û pûşîya bûkinî bidim serê xwe, û bihêlim trolek destê xwe li canê min de, û bi min… şad ….bibe, û ez şû pê bikim… erê….”
Bê deng ma, gurrugirr bi dîwarê ket dîsa û Tor tirsiya got qey dê tevahiya xanî daweşe ser wan de.
”Biqeşin ji vir! Ma hûn dibêjin qey ez kî me?”
Tor bi tirs ” Lê, çakûça min.”
Loki bi milê Tor girt, kêşa der û gotê ”huş be.”
Tor huş bû û herdû derketin der.
Tor li derve got ”çendî bedew e dema bi kerb dibe. Mirov fêm dike ka çima ew trolê dêw dixwaze pê re bizewice.
Loki dîsa ”Huş be Tor.”
Hemû Xweda li oliya mezin kom bûn da civînek lidarbixin. Hemû xweda û xwedawend ji bilî Freya li wir bûn. Wê nedixwest ji mala xwe derkeve.
Ji sibê destpêkirin ji bo çareyek bibînin, axivîn, peyîvîn, dan û standin heya bû êvar. Her kesek bi pêşniyazek hat pêş, lê her pêşniyazek ji aliyê Lokî ve hate redkirin.
Di dawî de tenê yek Xweda mabû ku deng jê derneketibû. Heimdalê dûrbîner, yê ku çavdêriya dinyayê dikir. Tu tişt ji Heimdal nayê veşartinê, heta carna bûyerên nebûyî jî hê pêşiya bûyer rû bide jî dibîne.
Loki berê xwe da Heimdal û ji wî jî pirsî ”Ê de ka bêje, çi pêşniyazek te jî nîne?”
”Belê heye”got Heimdal û dom kir.”Lê hûn ê pêşniyaza min nevên,”
Tor kulma xwe rakir û li mêzeyê xist û got ”ne xem e em bivên yan nevên. Em Xweda ne! A niha herkesek ku li vir e dixwaze ku Myölnerê paşde bîne. Pêşniyaza xwe bîne, ger baş bibe, em hemû jî dê bivên. Heimdal dest bi amajekirina pêşniyaza xwe kir.
”Ê baş e ew dem. Bi raya min em kincên bûkanî li Tor bikin. Em ê gerdeniya Brisingamê bikin stuyê wî. Taca bûkanî danin serê wî. Em ê singû berê wî tijî bikin da ku bimîne jinek. Dêma wê bipûşînin. Mifteyan bi şîtika wî ve bikin ku wek ên jinan dengê zengilan bidin, û em ê bi xişiran ve wî bixemlînin.
Tor dengê xwe bilind kir û got ”Min navê! Wê bêjin… erê pêşî dê bêjin ku min kincên jinikan li xwe kiriye. Nexêr! ez naxwazim, min ji vê pêşniyazê hez nekir. Ezê tu carê kincên, pûşiyên bûkanî nedim serê xwe. Ji xwe çi kesek ji vê pêşniyazê hez nekiriye ne wusa? Fikrek gelek kirêt e, gelek. Rihê min heye, ez nikarim rihê xwe biqusînim.”
Lokiyê kurê Laufey, ji Tor re got ”huşbe ev fikrek gelek baş e, ger tu naxwazî dêw bên Asgårdê dagirînin, pûşîya bûkanî bide serê xwe ku te nenasin, ew jî wek rihê te bixwe ye.”
Odin ê herî mezin got ”bi rastî jî ev fikrek xweş e, aferîn Heimdal. Divê em çakûçê paş de bigirin, û ev jî baştirîn rê ye. Xwedavendno zû rabîn amadehiya deweta Tor bikin.”
Xwedavend bezin çûn û kincan anîn ku li ber Tor bikin. Frigg û Fulla, Sîv û Îdûn û hemû bihevre , hetta dêmariya Freya bixwe jî hat ku bihevre karê xemlinadinê bikin. Bedewtirîn kincan anîn lê kirin, çawa ku xwedavendek buhabilind kincên xwe li xwe bike biçe deweta xwe. Frigg revî çû mala Freya ku gerdeniya wê ya Bringsamê bîne û bike stuyê Tor.
Jina Tor, Sîvê mifteyên xwe bi kêleka Tor ve girê da.
Îddûn hemû xişirên xwe anîn û bi Tor ve kirin , wusa kir ku Tor di bin ronahiyê de hema diçilwilî, û paşî sed gustîlkên zêrên zer û zêrên spî jî xiste tilîyên Tor de.
Pûşîyek anîn û pê dêma pûşandin da tenê çavên wî tê de bixuyên, û xwedavenda zewacê Var, tacek brîqandî anî danî serê Tor: Tacek fireh û bilind, û gelek bedew a bûkanîyê.
Var, lê nihêrî û got ”çavên wî ne bi dilê min e, ne jinane ne”.
”Ya star ev ji me kêm bû icar !”pitpit dikir Tor.
Var dom kir ”ger em kufiya serî hinek bikêşin jêr, wê winda bibin lê divê ew jî hinek bikare bibîne.”
Lokî gotê ”ez xizmetkara te me, û ez jî bi te re tême welatê dêwan. Lokî qalkê xwe guhart û niha dengê wê jî şemala wî jî wek keçek nazik û bedew a xizmetkarek bû.
”Ha wuha. Ez çawa me niha?”
Tor di ber xwe de pitpitan dikir lê baş bû kesek dengê wî nebihîst ka çi got.
Lokî û Tor rahiştine ser ereba Tor, û bizinan, Gnisslaren û Morraren erebê kêşan, bilind kirine asmanan û firîn çûn nav asoyan de wunda bûn. Gurmînî ji çiyayan diket dema ew ser wan de diborîn, û agir û alav li dinyayê diket li bin wan de.
Tor got ”hestên ne xweş ketine dilê min.”
Lokîyê di qalikê xizmetkarê de got ”dengê xwe nekî. Axavtinê ji min re bihêle. Tu ji bîr nakî, na? Tu devê xwe vekî dê karê me tevde serûbin bibe.”
Hirrehirr ji Tor çû.
Hatin xwe li erdê danîn. Gayên gelek gir li wir rawestiyayî bûn. Her ajêlek li wir hingî xaniyek mezin bû, serê stûrê wan ên tûj zêrîn bûn, û bêhna rêxên wan ketibû wan deran.
Dengekî bilind ji salona mezin da dihat. ”De zû ehmeqno! Zû herin kayê li ser qenepeyan daweşînin! Hûn li benda çi mane heta niha? De zû, yan ji wir rakin bibin, yan jî kayê ser wan de daweşînin zû! Nehêlin ku ew li wir bimînin û birizin. Mêvana me ne mêvanek kêm e. Ew keça Nyord, Freya bixwe ye, bedewtirîn afirîde ye heta niha ku hatiye vê dinyayê. Tiştên wuha divê neyên pêş çavên wê.
Di baxçeyê de şiverêyek bi kayê hatibû raxistinê, û dema mêvan ji erebê peya bûn Tor û keçik, ku Lokî bixwe bû, li ser kayê de rêve çûn. Pêşka fîstanên xwe rahiştin da pêşka wan nekeve nav rêxê de û bi xwe re kaş nekin nebin.
Dêwek jin li ber derî rawestiya bû û li benda wan mabû. Wê xwe wek xwîşka Trym da nasîn, bejna xwe tewand û gurçika ruyê keçika xizmetkar bi serê tiliyên xwe şidandin, paşî neynûka xwe ya tûj xiste kêleka Tor re.”Wa, ma ev e bedewtirîn jin li dinê? Qet jî wusa naxuyê, bi min.”Û dema wê pêşkên xwe rahiştin gozekên piyên wê wek qutmê darê stûr bûn.
”Tu şaş dibînî, ew ji hemû xwedayan jî bedewtir e”got keçika xizmetkar ku Lokî bixwe bû û domand. Ez sûnd dixwim dema ku ew pûşiya xwe ji rûyê xwe bide alî, tû yê ji bedewî ya wê re heyran bimînî. Ka gelo zava li ku derê ye? Ma ka dewet li ku ye? Ew wusa bê sebir bûye, ez bi zorekî pê dikarim ew aş bikim êdî.
Roj diçû ava dema ew birine salona mezin a ku dewetê tê de bikirana.
”Te dît ku bixwaze ku ez li ba wî rûnim”Tor bi pistîn di guhê Lokî de got.
”Ê ji xwe divê tu li ba wî rûnî. Ev kursîya bûkê ye.”
Tor bi kelekerb pistîn kir ”icar bê ku destê xwe jî dane ser ranên min.”
Lokî ew aram kir ”ezê di navbera we herduyan de rûnim. Ez ê jê re bêjim ku edeta me wusa ye.”
Trym li jora oliyê runiştibû, Lokî ba wî û Tor jî li ser qenepeya li rex wî rûniştibû.
Trym destên xwe li hev da û xulamek dêw hate hundir. Wan heft gayên birijandî anîn ku têra dêwan bike; pê re bîst masiyên somonên pijandî ku her yek wan hingî kurek dehsalî bûn bar kirin anîn; bi dehan siniyên mezin ku tijî şîranî û kadeyan jî ji jinan re anîn.
Paşî pênc xizmetkar her yek bi cêrên myödê (şeraba hingivê) ve ketine hundir. Her cêrek wusa mezin û kûr bû ku xulaman bi zorekî li ser pişta xwe dikêşîyan.
Trym rabû û dest bi axavtina xwe kir ”ev ziyafet ji bo Freya ya bedew e!”dibe ku dê hê bipeyîva lê Tor dest bi xwarin û vexwarina xwe kiribû jî, û Trym di dilê xwe de got ku axavtina zêde bêrûmetî ye dema bûka wî xwarinê bixwe û ew jî bipeyîve.
Sînîyek tijî kade û şîranî danîn ber Lokî û Tor. Lokî bi nazenîn şîranîya herî biçûk hilbijart û xwar. Tor jî wek wî hemû şîraniyên din kêşa û li pişt pûş,ya xwe de xwar, ku dengê cûtinê jê dihat. Jinên din ku bi çavên birçî li sînîyê mabû , bi hêvîyên şikestî ve li Freya ya bedew dinêrîyan.
Lê belê Freya ya bedew hê dest bi xwarinê nekiribû jî.
Tor gayek sax bi tena serê xwe xwar û xilas kir. Paşî ji heft masiyên mezin jî ku tenê hestiyên wan jê hişt. Her çend sînî dianîne ba lê, wî wan sînîyan rût dikir û çavên jinên birçî dihişte lê. Her care Lokî pehînek li bin masê de lê bide jî, Tor guh nedida pehînan û dev ji xwarina xwe bernedida.
Trym destê xwe li sermilê Lokî da û gotê ”bibore lê vayê Freya ya xwînşîrîn sê bermîlên myödê vexwar.”
Lokiyê bi qalikê keçika xizmetkar bersiva wî dayê ”dibe jî.”
”Nûwaze ye. Min tu carî jinek wuha zikbirçî neditiye. Min tu carî neditiye ku jinek ew qas bikare xwarinê bixwe û ew qas myödê vexwe.
”Hene, hene. Vayê yek li hemberê me.”Lokî bêhnek kûr kêşande hinavê xwe û li Tor nihêrî. Tor dîsa bi masiyek girt avête devê xwe û tenê hestiyê masiyê ji pişt pûşiyê kêşand û danî ser mêzeyê.
Trym dîsa ”aha bi wê re bûne heft masî.”
”Heşt roj û heşt şev!”ji nişkev de gotibû Lokî. ”ev heşt roj û heşt şev in tu tiştek nexwariye rebenê. Wusa dixwest bê warê dêwan û bi mêrê re şad bibe. Ji ber ku niha hatiye ba te, êdî dikare xwarinê bixwe.”
Keçika xizmetkar berê xwe da Tor û jê re got. ”Dîtina te ku tu dîsa wusa xwarinê dixwî, çi xweş e bo min delalê.”
Tor awirek tûj ji pişt pûşiyê de avête Lokî.
Trym rabû û çû ber Tor ”ez ê wê maç bikim.”
”Nebî, nebî ew maç bikî niha. Hê zû ye”gotê Lokî. Lê Trym xwe tewandibû û dengên maçan li lêvên xwe xistibû jî. Destê xwe yê mezin dirêjê pûşiya Tor dikir. keçika xizmetkar Lokî bi milê xwe dahfek li destê Trym da ji bo ku ew rawestîne lê dereng mabû. Trym maça xwe rawestandibû û bi tirs ji bûkê dûr ket.
Trym bi tilîya xwe çend caran li sermilê keçikê da û gotê ”ka were em hinek bipeyîvin.”
”Ser çavên min.”
Herdu bihevre rabûn û ji salona dewetê derketin der.
”Ew çima çavên Freya wusa tirsnak in? Mirov dibê qey agir di çavên wê de dişewitin. Ew ne çavên jineke bedew in.”
”Bê guman na!”got Lokî û domand. ”ji xwe divê mirov jê hêvî jî nebe. Ev heşt roj û heşt şev in xew bi çavên rebenê neketine. Evîna te ew şerperze kiriye ne dikarî raze, ne dikarî bixwe ne dikarî vexwe. Agirê dilê wê ji bo te digirtê. Ew agirê te ye di dilê wê de tu niha dibînî. Agirê bengîtiyê ye.
Trym lêvên xwe bi zimanê xwe yê ji balgiyê mezintir ve alast û got ”Ha. Min fem kir. Ê de baş e, baş.”
Herdu vegeriyane hundir. Xwişka Trym li cihê Lokî rûniştibû û bi neynûkên xwe li ser destê Torê dida û digotê ”ger tu bizanî ya herî baş ji bo te çi ye, tu dê van gustîlkan bidî min. Hemû wan gustîlên zêr. Tu di vî bircê de bîyanî yî. Divê yek ba te hebe da xwedî li te derkeve, yan jî dê gelek bela bêne serê te li vî xeribiyê de. Gustîlên te gelek in, wek cihêz çend liban bide min. Çendî bedew in, çendî sor û zêrîn in.”
Lokî nekarî bixwe û pirsî ”ma ne dema dewetê ye êdî?”
Trym bersîva wî dayê ”Belê, dem dema dewetê ye!”hingî dengê wî derket dengê xwe bilind kir. ”De herin çakûçê bînin da em xelata bûkê bidinê. Ez dixwazim Myölnerê li ser koşa Freya ya bedew bibînim. Bila xwedavenda mezin Var bê û mehra me bibire û evîna me li me pîroz bike!”
Çar dêw karîn çakûça Tor bar bikin bînin jor. Ji kunca herî veşartî di salonê de derêxistibûn û anîbûn. Hemma diçeyîsî li ber ji ber ronahiyê agirê. Bi zorekî anîn ser koşa Tor danîn.
Trym bi evînî gote bûkê ”Dê, dê icar min divê dengê te yê nazenîn bibihîsim, evîna min, delala min, giranbuha û şîrîna ber dilê min. Ka bêje ku te jî min divê, bêje ku tu bibî yara min, bêje ku tu jî wek jinên dibin girêdayên mêrên xwe, û mêrên girêdayên jinên xwe, wek ku hemû jin û mêran di destpêka jiyanê de heta niha wusa kirine. Ka tu çi dibêjî!”
Tor bi destên gustîlan ve li destika çakûçê girt. Hinek di nav lepên xwe de guvaşt da ku pê piştrast be ku çakûca wî ye. Erê destên wî destika çakûçê nas kiribûn û dest bi kenê kir. Kenek kûr û gurr.
”Te got ez çi dibêjim?” bi dengê xwe yê wek dengê brûskê ve ”ez dibêjim ku te dê çakûça min nebiriba.”
Tor çakûça xwe rakir û yek car li serê Trym da. Tenê yek car, bes bû ji xwe, bêtir pê nediviya. Trolê dêw kete ser erda kakirî û hema li wir dirêj bû û ma.
Hemû dêw û trol li ber çakûça Tor ketine erdê, mêvanên dewetek hiç nebûyî. Heta xwişka Trym bixwe jî, ji bilî cihêzê diyariyek din wergirt.
Dema salon bêdeng ma, Tor bang kir. ”Lokî?”
Lokî ji bin mêzeyê bi çarlepikan di qalkê xwe bixwe de derket der û li wêrankirina Tor nihêrî. ”Belê? Xuya ye te pirsgireka xwe çareser kiriye jî.”
Bi dilhênikiyek Tor cilên bûkaniyê ji xwe kirin. Tenê kirasek lê, di nav salonek tijî bi dêwên kuştî ve rawestiya bû.
Bi dilek şad ve got ”ha wusa, çawa ez ditirsiyam wusa nebû. Min çakûça xwe peyda kir, û şîvêk xweş jî xwar. De rabe em herin mala xwe.