Dewleta bê milet. Komara li ser derewan avabûyî û manîpulasyonên dîrokî– 4

Nezir Akat

Komarparêzî wek tê zanîn xwedî dîrokek dûr û dirêje. Mijara nivîsa min ne şîrovekirina komarparêzîyê bixwe ye. Ji bo nerînên dîroknas, nivîskar, sîyasetmedar û ronakbîrên tirk yên çewt yên li ser Komarîyê belkî pêwîstî bi çend gotinên şîroveya komarîyê heye. Bêgûman ji dîrok û nerînên li ser komarîyê bêtir, avakirina Komara Dewleta Tirk, bi balkêşîya xwe cîyê şîrovekirinê ye.

Herî dawî komarparêzî malê rojavayê (Ewropa) ye. Bi komarparêzîyê re herweha mijara demokrasîyê jî bûye cîyê minaqeşeyan. Her Komar ne demokratîk e û her demokrasî jî ne Komarî ye. Heta îro jî dewletên komarî yên totalîter, dîktator û dagîrker zêde ne. Lê demokrasîyên mîrekî (kralîyet) jî li dinyayê zêdene. Dixwazim bêjim ku komarî ne bi maneya demokrasîyê bikar hatîye. Lê nerînek çewt li Tirkîyê bi zaneyî kirine mijara perwerdeyê û komarî wek demokrasîyê pênase dibe. Li Tirkîyê wexta bahsa Komara Tirk dibe, weke ku di cîhanê de komara yekem e û ji bo dinyaê bûye nimûneya sereke. Ev bixwe nerîneke çewt e û derewek nedîtîye. Komara Dewleta Tirk, ne encama nerîn û bawerîyên girseyên civatê ye. Elîtekî leşker, totalîter, dîktator û nîjadperest, di rojekê de bêyî ku serkêşên avakerên dewletê jî, hayê jê hebe bi îradeya Mustefa Kemal hate îlankirin û îradeya tevaya civatê nehate hesabkirin. Kesayetên dijber bi îxanetê hatin binavkirin û di mahkemeyan de hatine sûcdarkirin. Ji bo xîlafet û Saltanetê ji holê rakin, avakirina komareyê hatîye bîra Mustefa kemal. Lewra Saltanat bixwe dijî Mustefa kemal bû.

Mixabin Îro Komarî li gelek cîyên dinyayê bi totalîterî û dîktatorî yê ve pênase dibin. Wek nimûne Komara Dewleta Îslamî ya Îranê, Komara Erebî ya Sûrîya, Komara dewleta Iraqê, Komara Tirk û bi dehan Komarên bermayên sosyalîzmê. Van komarên navborî bi demokrasîyê re ne pêwendîdarin. Berevajî vê ew, bi nîjadperestî û jakobenîyê ve pêwendîdarin. Lewra Jakobenî bi yasa û metodên tundrew, civatê serobinî hev dike û helwesta Komarîya radîkal di nava civatê de bicî dike. Komarên li ser xaka miletên cuda hatine avakirin ku bêtêrên wan Komarên totalîter û diktatorin. Ji bilî dîktatorîyê jî, ew dagîrkerin û ji civatek demokratîk bitirsin.

Bêgûman bingehê Komarîyê Roma bixwe ye.  Lê bingehê demokrasîyê her çiqasî ji rojhilata nêz bi destên fîlozofên herêmî derbasî Rojavayê bûbe jî bûye malê Yunanîyan.

Li Fransayê komarparêzî bi serdema ronahîyê ku bingeha xwe ji aqil, tecrube û serpêhatîyan digre dibe dîyardeyek li Ewropayê. Berîya Komarparêzîyê bêgûman bingehê civatan li ser dîn û malbatan ava dibû ku ji bav derbasî kur dibû. Ev sîstem heta dawîya sedsala 19an li Kurdistanê jî dîyardeyek berbiçav bû. Mirekiyên Kurdistanê di nav sîstemek weha de desthilatdarîyên xwe domandine. Ev helwest di pêwendîyên Osmanîyan û Hukumeta Mîrekên Kurdan de jî bûye mijara peymana bi destê Mewlana Îdrîsî Bidlîsî ve pêk hatîye. 

Bingehê nerîn û helwesta Komarîyê peymana civakî ye. Peymana civakî divabû li ser bingeha mafê însanan yên ku ne ji wî/wê têne stendin ne jî dikarin dewrî kesekî din bibin bihata avakirin. Di peymanê de huqûqa gerdûnî û mafê mirovan û ji îradeya mirovan re rêzgirtin ku xwe dispêre mafê derbirîna azad û xwebirêxistinê ve dibû dîyardeyek rakêş ji bo hemwelatîyan. Van mijarên ji bo Komarîyê dihatin minaqeşekirin, herweha dibûn bingehê avakirina demokrasîyê jî. Dewletên komarî bêtir bi navên miletan dihatin avakirin, lê demokrasî bêgûman bi maf û xwerêxistinkirina civatê ve girêdayî divabû li gor prensîbên mafên mirovan biencam bibûya.

Di sedsala 19an de li rojava û li rojhilat ji bilî Tirkan tevaya miletên din xwe bi navê miletê xwe pêanase dikirin. Ev bixwe mijareke xwezayî bû. Lê Tirk ne wek etnîk tevdigerîyan , lewra wan xwe bi navê îslamê û Osmanîyan pênase dikirin. Ango têgeha tirk di wê demê de ne wek têgehek sîyasî pênase dibû. Dîsan di sedsala 19an de, hînê jî Osmanî wek dewletek dagîrker binav dibû. Rasterast ne wek nîştîmana miletekî û ne jî wek dewleta miletekî pênase dibû. Wek berdewamîyên Roma, Bîzans tevdigerîya. Jixwe Osmanî wek dewlet li ser mîrasa Bîzansîyan ava bûye. Min ev şîroveyên biçûk wek têbinî anîn zimên. Proseya avakirina dewleta bê milet, ango dewleta Tirk, di çend nivîsan de min bi kurtî anîbûm zimên.

Ez dê bêtir li ser çend tohmet, derew û çîrokên tirkan rawestim. Lewra tevaya van çîrok û derewan kirine dîroka Tirk.

Dewleta Tirk, bi bandora bayê Komarîyê li dinyayê bi navê Tirtkan hate avakirin. Hetanî îro jî, ev dewlet çawa ava bûye cîyê minaqeşêye. Lewra dewlet hatibû avakirin lê ji çand, ziman û mefûmên miletî bêpar bû. Dewletek bê milet hatibû avakirin û li bazarên dinyayê ji Latîn Emerîka heta Ewropa heta Asyayê li kok û rehên Tirkan digerîyan ku bikirin û bînin li Tirkîyê bicî bikin.  Mijar li vir dê çawa miletê Tirk bi dîrok, bi ziman û bi kultur bipêçin û bikin milet bû.

Proseya avakirina miletê Tirk, bêgûman bi xûn û şûr, bi êş û azar, bi koçberî û jenosîda miletan ve bi encam bû. Ji bilî afirandina dîrokek derew, bi çîrok û efsaneyan ve tije û xwedî lêderketina kultur û zimanê miletên din rêyeke din ji elîta Tirk re nemabû. Lewra wan di lêgerîna dîroka Tirkan de ji bilî çend çîrokên Aztekan û şaristanîyên mezopotamyayê pê de, ku pêwendîya wan bi kok û bermayên Tirkan ve ne ji nêz û ne jî ji dûr pêwendîdar bûn, nekarîn dîrokek Tirka pênase bikin û bikaribin bi van çîrokan miletên din bixapînin.

Dewleta Osmanî bi serkêşîya general û çekên Elmanyayê beşdarî şerê cîhanê bûn. Pêwendîyên Alman û Osmanîyan heta têkçûna Elmanan  berdewam bû. Îttîhadîyan vê derfetê bikar anîn û xwestin miletên Ermenî, Rum û Kurdan bi komkujîyan ve  tunebikin.

Piştî têkçûna Elman û Osmanîyan Împaratorîyên cîhanê êdî dihatin Rûxandin. Li şûna wan împaratorîyan, Netew-dewlet ava dibûn. Elîta Tirk trdîsyona Îttîhadîyan ya navxweyî domandin û pêwendîyên xwe bi Ingilîzan re xweş kirin. Ingilîzan Îstanbûlê di destên xwe de hiştin ku bikaribin bikar bînin. Bi agahdarîya Ingilîzan Mustefa Kemal li anatolyayê û li Kurdistanê digere û civînan amade dike. Di wê navberê de şerê wan û Yunanîyan didome. Ji vî şerê dijî Yunanîyan re dibêjin, dijî emperyalîzmê Şerê Azadîya Neteweyî- Li tu cîyekî dijî emperyalîstan Mustefa Kemal û Hevalên wî şer nekirine. Tenê pêwendîyên bi Sowyetê re dijî Emperyalîstan bikar anîne û emperyalîstan jî bi Kemalîstan re lihev kirine ku pêwendîyên wan û Bolşewîkan bidawî bînin. Tevgera Mustefa Kemal- ku bi navê tevgera azadîya Neteweyî binav dibe, ne dijî Emperyalîzmê bûye, berevajî wê bi Emperyalîzmê re lihev kirîye. Di nakokîya Millî mîsakî de, di mijara Mûsilê de, di mijara Hatayê de, di mijara Izmîrê de û di mijara ku Sowyet hêzên xwe paşde vekişîne de bi hemî alîyan lihev kirîye.

Şerê Azadîya neteweyî û efsaneyên wê, tenê mirov bi hêsanî dikare bêje derewin. Derewên dîroka fermî ya degîrkerîyê ne.

Ji alîyekî din jî derewek mezin, tohmetek nedîyar û bê tesbît, heqaretek bêbersîv ji bo tevgera azadîya Kurdistanê bûye benîştê devê kemalîst, misilman, çepgir û nîjadperestên Tirkan. Dibêjin Serhildanên Kurdan bi destên dewletên Emperyalîst û di serî de Ingilîzan ve pêk hatine. Kurdan Xîlafet û Saltanatê parastine. Hevkarên Emparyalîzmê ne.

Dîroka ne fermî, ya rastî rê dide ku, Kurdan xwestine alîkarîya derve bigrin. Di nav wan de dewletên Emperyalîst jî hebûne, dewletên sosyalîst jî hebûne. Wek miletekî bindest îro jî tevgera neteweyî nikare alîkarîya derve ya dewletên mezin qebûl neke. Dewleta Tirk, bi perwerdeya xwe ya dibistan û artêşê, bi nivîsîna dîroka xwe ya derewîn, bi edebîyata xwe ya mîrasa miletên cûda, bi îbadeta xwe ya di mizgeftan de, vê derewê kirîye bingehê hebûna xwe. Berevajî vê derewê tevgera Tirk, bûye hevkarê emperyalîzmê û bi alîkarîya dewletên mezin serhildanên Kurdan rûxandine. Heger dewletên mezin alîkarîya serhildanên Kurdan kiribûna divabû dengek dijî komkujîyên dewleta dagîrker jî bihata bihîstin. Kesek napirse ku ji bo çi van dewletên mezin dewleta Kurd ava nekirine. Heger bixwestana ne Mustefa Kemal sedkesên wek Mustefa Kemal jî nikaribûn pêşîya avakirina dewleta Kurdî bigirtaya. Ma Mustefa Kemal ne dijî avakirina dewletên Ereb bû, belê çima nikaribû pêşîya avakirina dewletên ereban bigire. Çima nikaribû pêşîya dewletên Balkanî bigre. Dîroka nefermî rêdide ku dewleta Tirk bi tevaya dezgehên xwe ve derewan dike. Li serhildanên Kurdistanê tohmetan dike. Wexta bi dizî Ingilîz û Mustefa Kemal li ser Mûsilê lihev dikirin, Şêx Mahmûdê Berzencî dijî Ingilîza şer dikir. Tevaya tevgera Azadîya neteweyî ya Tirk, bi qasî Şêx Mahmûd dijî Ingilîza şer nekirîye. Ev tenê derewa Kemalîstan eşkere dike. Ez şerê dijî ingilîza rast nabînim. Lê ji bo derewên dîroka Tirk wek nimûne binav dikim.

Gotina Şêx Abdulqadirê Nehrî ji bîr dikin. Di dîroka Tirk de gotinek weha nayê zimên. Şêx Ebdûlqadir digot; “Di demek weha hestîyar de ku Tirk jarin, em rabin dijî Tirkan şer bikin ne karê şaneya Kurdîye.” Vê helwesta wefadarî ku ne di berjewendîya tevgera Kurdistanî de ye, nayê ser zimanê Tirkan. Dîroka Tirk bûyerek weha  tune qebûl dike.

Derewên Komara Dewleta Tirk ne yek, ne dehin, Ev sed salin ku hebûna xwe li ser van derewan domandîye. Mixabin hinek kes, tevger û partîyên ku bi navê Kurdan tevdigerin derewên dîroka Dewleta bê milet ya Tirk wek rastîyê pênase dikin,  Cîyê Xemgînîyê ev bixwe ye.

Nezîr Akat/ nezirakat@gmail.com

 

Bixwîne: Avabûna dewleta bê milet û 100 salîya Komara jenosîdkar-1 - 

Bixwîne: Avakirina Dewleta bê Milet -2

Bixwîne: Konferansa Lozanê û Tapoya Dewleta bê milet -3-