Dewletȇn/sȋstemȇn xerabȗyȋ ȗ xitimȋ

Nuri Aldur

Nuri Aldur

Eger em li van dewletȇn/sȋstemȇn ku Kurdistan dagirkirine bi çavekȋ ilmȋ-politȋk meyzȇnin anjȋ analȋzeke demokratȋk-objektȋv bikin; emȇ hingȋ fambikin ȗ bibȋnin ku evan her çar dewletan di gelek awayȇn jȋyana rojanede; mȋna politȋka, ekonomȋ, sosyal ȗ psȋkolojȋ de bi sernektine ȗ bisernakevin jȋ. Li vir hinek kes karin bi pirsin ku çima ewan bisernakivin? Heta hinek kes karin bibȇjin ku; ewan biser jȋ ketina! Fermo em pevre li ser vȇ pirsȇ bixebitin ȗ bihizirin/bifikirin:
 
Di dema ku em li POLITȊKA van dewletan di meyȋzȇnin, em dibȋnin ku bi milyonan kes mafȇ xwe yȋ politȋkȋ nikarin vekirȋ, hişkere ȗ bȇtirs bibȇjin/beyanbikin. Bi hezaran kes di zȋndanȇn wan de ji ber bawerȋyȇn xwe, rexnȇn xwe ȗ dijberȋya xwe yȋ li hemberȋ wan di girtȋgehȇn wan yȇn pȋs ȗ qirȇjde di rizin ȗ dimirin. Dad ȗ dadgerȋ mȋna megafona van dewletana, ronakbȋrȋ ȗ centilmentȋ bandora xwe hȋç nemaya. Politȋka bȗyȋye komedȋka despotan ȗ politȋka rast/gelerȋ hew rola xwe heye. Politȋka ilmȋ ȗ demokratȋkȋ hew kardike, ewe XITIMȊYE.    

 Di fenomena EKONOMȊDE rewş malxerabȗn ȗ berbata. Bi milyonan hemwelatȋ şepirze ȗ ewan mȋna saxȇn mirȋne. Enflasyon bilinde, bihabȗn zȇdeye, çete ȗ mafya li her derȇn van welatan aktȋvin ȗ ewan li gel hikimdaran dest bi destin, pevre didizin, pevre dixwin ȗ ji ber ku tenha ewan(ferd, grȗb, partȋ, hȗkȗmet…) zengȋn dibin, xwedȋ hikm ȗ ȋktȋdar dibin;  gel ȗ welat perȋşandibe ȗ paşketȋ dimȇnin. Mȋna poltȋkayȇ, ekonomȋ jȋ XITIMȊYE. 


Tȇt gotin ku li cȋhekȋ/derekȇ rewşa  hemwelatȋyan ya SOSYAL nȋşaneke ku dide xwȋyakirin bȇ ma ewan çiqasȋ bextewarin, bi hȗzȗrin anjȋ xemgȋn ȗ dilşikestȋne. Dema em li van dewlet ȗ sȋsteman dimeyzȇnin; em gelek cȋnayet, şer ȗ pevçȗn, bi hezaran kesȇn ku di qazayȇn ȋş ȗ trafȋkȇde dimirin, wahşet ȗ barbarȋya li hemberȋ zarok, jin ȗ pȋran tȇt kirin; ȋspatin ku jȋyana gel ȗ merovan ne bi qȋmete ȗ ji bo gelek kesan jȋ;  jȋn ȗ jȋyan dibȇt tesadȗfȋ ȗ normȇn hikimdaran hingȋ dibȇt wek kultur, mȋna ku dibȇt ewan tiştan ”qedere” ȗ ”li pȇ çavȇn ȋnsanan hatȋye nivȋsandin”.           

Ji xwe jȋyana gel ȗ jȋyana sosyal yan  hevalbendȇn gel; li gel politȋka ȗ ekonomȋyȇ,  di heman pȇvajoyȇde jȋ XITIMȊYE.   
 PSȊKOLOJȊYA kesan/gel ji van fenomenȇn ku min li jor qalkirȋye çȇdibȇt anjȋ tȇt afirandin. Bȇ goman beravȇjȋya vȇ jȋ karȇt çȇbibȇt, yanȋ psȋkolojȋ karȇt bandora li ser van noktan bikȇt, balam li vir anjȋ di vȇ nivȋsaminde;  politȋka, ekonomȋ ȗ sosyal -  psȋkolojȋyȇ xerabdikin; ȗ bandoreke negatȋv li ser karakter, etȋk ȗ moral/axlaqȇ dihȇlin: pismam milk ȗ malȇn pismamȇn xwe didizin/ȋşgal dikin, bira bira- bav kur- kur bav dikȗjȇ. Ȋntȋxar/xwekȗjȋ pir zȇde dibȇ.                      

Li vir dȋyardibe ku eger sȋstem ne başbe, ne hȗmanbe, ne pȇşketȋ ȗ dȗrbȋnbe, ne gelerȋ ȗ hevalbendȇn haq ȗ hȗqȗq/dad be - kȋ newloye jȋ; hingȋ ewan her çar dewletan xwedȋ kulturek despotȋkin(politȋk, ekonomȋk, sosyal ȗ psȋkolojȋk) ȗ mȋna hemȋ tiştȇn wan psȋkoljȋ ya gelek kes ȗ merovan jȋ li van deran xerabȗyȋye  ȗ  XITIMȊYE.