Navenda Nûçeyan- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, pêncem karwanê alîkarîyan gihande rojavaya Kurdistanê.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Musa Ehmed ragihand, ku ev karwan ji 650 çadir û hemû pêdivên navmalê û cilûbergên zarokan pêk tê.
Eşkere kir jî, ku heya rojavayê Kurdistanê pêwîstî hebe, ew dê li ser gihandina alîkarîyan berdewam bin.