Dezgayê Şehîdan hejmara gorên komî yên hatine dîtin aşkera dike

Dezgayê şehîdên Iraqê hejmara gorên komî yên hatine dîtin li parêzgehên welat aşkera dike.

Navenda Nûçeyan- Rêveberê fermangeha gorên komî li dezgayê şehîdan Zîya Kerîm ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê re ragehand, gorên komî yên hatine dîtin ên qurbanên destê rejîma Beis û çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê û El Qaîdê ne.

Zîya Kerîm ragehand, ji destpêka îsal 2019ê ve heta naha 18 gorên komî li navçeyên cuda yên Iraqê hatine dîtin û ji alîyê rejîma berê ya Beis, rêxistina terorîst a DAIŞê û El Qaîdê ve ew karesat pêkhatine.

Siyaset Haberleri