Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ji bo dibistanên perwerde ya Soran sobe dabînkirin

.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêveberiya giştî ya perwerde ya Soranê hejmarek sobe ji bo dibistanên sînorê îdareya Soran dabinkirin.

Berpirsê ofîsa Soran a Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Nêçîrvan Ebdulwahîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 25.01.2024ê bi hevkariya rêveberiya giştî ya perwerdeya Soran 150 sobe li ser hejmarek dibistanên vî sînorî hatin dabeşkirin.’’

Herwaha got: ‘’Ew sobeyên me dabeş kirine, cure û kalîteya wan başin, zêdetir ji wan dibistanan re hatin dayîn ku pêwîstin û ji aliyê rêveberiya perwerdeya sînorê Soran ve hatine destnîşan kirin.’’

Berpirsê ofîsa Soran ê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî got, ev helmet di çarçoveya helmeta Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ya bi hemahengiya li gel wezareta perwerdê de destpê kiriye û zêdetir ji hezar sobeyan ji bo dibistanên parêzgeha Hewlêrê dê bên dabînkirin.’’

BasNews

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû
Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'