Dezgeha  SENGER Û PÊŞMERGE li Hollanda merasîma belavkirina xelatan pêkanî

.

Îro 22 Hezîrana 2024 an ji aliyê dezgeha  SENGER Û PÊŞMERGE ve li Hollanda di Salona Komeleya KOÇ-KAK ê de merasîma belavkirina xelatan pêkanîn.
Merasîma Xeladayinan bi rêveberîya nûnerê dezgeha Senger û Pêşmerge û amadebûna Nûnerê Hukmeta Herêma Kurdistanê yê Belçîkayê nûnerê PDK Liqê 6 yê Ewropayê û Serokê PDK Komîteya Hollanda ve birêve çû.
Merasîma Xelatdayînê bi rawestina rêzgirtina nemirên doza Kurdistanê û sirûda Ey Reqîb destpêkir. Merasîm bi gotara nûnerê Sengerê û Pêşmerge, nûnerê HHK, û liqê 6 PDK yê û nûnerê PDK-S hat domandin.
Piştî gotaran kesên ji ber xebatên cuda cuda hatibûn bijartin bi merasîmê xelatî wan hatin dayin.
Divê merasîmê de du hevalên Partîya Welatparêzên Kurdistanê: Merd Baran Boskan Serokê Rêxistina Ewropa û Ferhat Boskan Endamê PWK MP jî hatin xelat kirin.
Merasîm piştî dayîna xelatan û wênegirtinan bidawî hat.

Kurdistan Haberleri

Kurdekî Sunî bû Parêzgarê Sineyê
Ebdulrehman Apo: Çekdar gefa destdirêjiyê li jinên Kurd dixwin
Ji Seroka Parlamentoya Ewropayê peyama piştevaniyê bo salvegera ‘Şoreşa Jîna Emînî’
Şerefkendî, Rêberek bo demên dijvar
Rêveberiya Xweser li ser rewşa Efrînê bangî NYyê kir