Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) 2,5 ton alîkariyên bijîşkî şand Rojavayê Kurdistanê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) 2,5 ton alîkariyên bijîşkî şand Rojavayê Kurdistanê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) 2,5 ton alîkariyên bijîşkî şand Rojavayê Kurdistanê.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro Pêncşemê 2,5 ton alîkariyên bijîşkî bi nirxê 183 hezar Dolaran di deriyê sînorî yê Pêşabûrê (ji aliyê Rojava Sêmalka) de, derbasî Rojavayê Kurdistanê kir û radestî Heyva Sor a Kurd kir.

Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ehmed Ebdo got: “Li ser rasperdeya Serok Barzanî ev karwana 10emîn a alîkariyan bo rojavayê Kurdistanê tê şandin. Ev karwan ji 8 cureyên dermanan pêk tê.”

Ebdo diyar kir, bi hevrêziya ligel Heyva Sor a Kurdî û li ser daxwaza wê, ew cureyên dermanan hatin dabînkirin û li deriyê sînorî radestî wan hatin kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne