Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Almanyayê bi nûnerên rêxistinên mirovî re civiya

.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Essen yê Almanyayê ji bo hevkariyên Efrîn, Cindirês û Şingalê, bi hejmarek parlamenter û nûnerên rêxistinên mirovî yên Almanî re civiya. Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed, piştî civînê xelatên rêzgirtinê pêşkeşî nûnerên rêxistinên mirovî yên Almanî kir.

Hat ragihandin ku di civînê de, ji bo Efrîn, Şingal, Cindirês û deverên din ên Kurdistanê, behsa çawaniya alîkariya Almanan ji bo ziyandîtiyên erdhejên 6ê Sibatê yên Kurdistanî hate kirin.

Endamê Rêveberiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî ragihandiye ku karwaneke din ê alîkariyan li Bab El Selam e ku ji 20 barhilgirên alîkariyê pêk tê û dê bigihe Efrîn û Cindirês û derdora wan.

Şanda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser daxwaza Rêxistina Caritas serdana Almanyayê kiriye ku biryar e di rojên pêş de hejmarek hevdîtinên girîng li Berlîna paytexta Almanyayê di navbera wan de çêbibin.

Herwiha biryar e hejmarek projeyên din ên mirovî yên Almanî, li hin bajarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêk werin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn