Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî ji Kurdên Yemenê re alîkarî şand

Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî di pêngaveke bêmînak de, alîkarîyên mirovî ji Kurdên Yemenê re şand.

Navenda Nûçeyan- Ew alîkarî ji Başûrê Kurdistanê ve ji alîyê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî ve hatine berhevkirin û li gundê Beytel Kurdîye ew alîkarîyên mirovî li ser 140 malbatên ku bi eslê xwe Kurd in û ji berê ve li Yemenê dijîn, hatin parvekirin.

Serokê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, Mûsa Ehmed ji Rûdawê re ragihand, alîkarîyên wan ji kelûpelên xwarinê pêk tê û ew alîkarî li malbatên li gundên ku bi eslê xwe Kurd in, tê belavkirin ku hejmara niştecihên wan gundan 700 kes e.

Yemen ji ber şer û pevçûnan di nava rewşeke pir xirab û metirsîdar de ye.

Ji ber berdewamîya şerê li Yemenê, rêjeya kesên hejar û jêr hêla hejarîyê li wî welatî gelek zêde bûye û heta niha bi hezaran kes û bi taybet zarok ji ber hejarî û birçîtîyê canê xwe ji dest dane.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e