Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê xwendekarên kurdî xelat kirin

.

Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî li Efrînê xwendekarên ku kursên zimanê Kurdî û Îngilîzî qedandibûn xelat kirin. Xwendekaran jî dilxweşiya xwe ji fêrbûna xwendin û nivîsandina kurdî nîşan didin.

ndamê Desteya Birêveber a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Ebdulwahid Emîn ji K24ê re got: “Wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî em xwe serbilind dibînin ku em beşdarî vê ahenga derçûna çend xwendekaran xula zimanê kurdî û îngilîzî de bûne. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştevaniya van xulan kiriye, ta ku ev xwendekar bikarin beşdariyê di avakirina welatê xwe û bi taybet Efîrnê de bikin.”

Mamosteya Zimanê Kurdî Şîrîn Hac Ebdo got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ber 6 mehan astên yekem, duyem û sêyem ên kurdî vekirin. Ez jî wek mamoste, min astên kurdî dan û îro jî wergirtina bawernemayên wan e. Em pir dilxweş in ku xwendekar xwastin fêrî kurdî bibin.”

Xwendekar Avêsta Mistefa: “Min di xuleke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de xwend û min asta yekem û duyem derbas kir û niha asta sêyemîn dixwînim. Îro em bawernameyên xwe wergirtin. Ez spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim ji ber ku em fêrî zimanê me yê dayikê kirin.” 

Li ser dirêjahiya nêzî 2 salên borî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî û piştgirya derûnî pêşkêşî xelkê Efrînê dike, di heman demê de jî xulên fêrkirina zimanê kurdî û çalakiyên girêdayî bi kultûra Efrînê dike.

Çavkanî: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike