DFG: Mafên rojnamegeran di dema erdhejê de jî hatin binpêkirin

.

DFGyê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser “Qanûna Sansurê” û gotiye astengî di dema erdhejê û piştî erdhejê li pêş rojnamegeran hatine derxistin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û bal kişandiye li ser astengiyên di dema erdhejê û piştî erdhejî li pêş rojnamegeran hatine danîn.

DFGyê diyar kiriye ku 25 rojnameger di dema erdhejê de mirine û "Em baş zanin ku pirtirên van hevpîşeyên me ji ber ku alîkariya rizgarkirinê dereng ma jiyan xwe di bin kavilan de ji dest dan. Di serî de li Edene, Meletî û Hatayê hevpîşeyên me yên ku ji karesatê filitîn jî ji ber hilweşîna bûro û kargehên wan an di bin çadirê de dest bi xebatên rojnamegeriyê kirin an jî yekser ji xwebatê ketin. Bi hilweşîna bûro û kargehên rojnamegeran re li gel alavên rojnamegeriyê, arşiv jî ji bin ve çû."

Di erdhejê de li Semsûrê rojnamegerên bi navên Burak Alkuş, Hîdayet Ozdemîr Ozdemir, Îskender Korkut, Kemal Oner, Muhammed Akan, Ruhî Akan, Yunus Emre Doxan, Zubeyîr Pektaş, Îsmaîl Hakki Koçak, Fatîh Bayin, Bariş Can Tabakçi, li Hatayê Ayşe Fîgen Arl, Burak Mîllî, Gokhan Aklan, Îzzet Nazli, Neşet Alkan, Erhan Yilmaz, Mehmet Tekîn, Hasan Seîd Okay û Berkay Akay, li Mereşê Mûstafa Yuzbaşioxlû, Azîz Çevlîk, Fatîh Nalbantbaşi, li Edeneyê Meltem Ozgen û li Dîlokê jî Erdogan di erdhejê de can daye.

DFGyê di dewama daxuyaniyê de cih daye bikaranîna "Qanûna Sansurê" ku demeke berê ketibû meriyetê û gotiye:

"Desthilatdariya ku ji her aliyê ve kêm ma û dereng dest bi alîkariya vê karesata mezin kir di girtina biryara Rewşa Awarte (OHAL) de qet û qat dereng nema. Piştî girtina biryara OHALê jî demildest rê li ber rojnamegerên ku li qadê û li ser kavilên karesatê bûn girtin û nehiştin dîmenên erdheşê bikşînin. Hêzên polîs, leşker û paramîlterên girêdayî wan ji rojnamegeran 'karta turkuaz' û belgeya desturê ya ku ji walîtiyê hatiye standin xwestin. Ev destur û 'karta turkuaz' jî tenê dan rojnamegerên alîgir ên desthilatdariyê. Rojnamegerên li qadê hatin binçavkirin, ew bi 'sextekariyê' û bi agahiyên ne rast weşandine hatin tewambar kirin. Yasaya Sansurê ya ku em wek DFG û sazî û komaleyên din ên pîşeyî li dij derdiketin div ê pêvajoyê de xistin meriyetê.

340 lînk hatin qedexekirin

"Li qadê li gel hemu rêwrêbazên astengkirinan, sansur û xwe negîhandinên sanalê jî xistin dewrê. Dadgeha 4emîn a Girin ya Enqereyê biryara xwe negihandinê da 340 URLyan ku di nav wan de malperên internet û yotube jî hene. Tiweetirên ku li Tirkiyê yekane rojnameya kurdî ya ku bi riya matbayê tê çapkrin Xwebûn û NuJİNHA ya ku di çarçoveya herêma Rojhilatanavîn de bi hişmendiya jina azad weşeanê dike jî hatin girtin.

"Di heman demê de RTUKê ji bo 2 dezgehên weşanê ceza birî, ji van du jê cezayên qedexeya weşanê bûn, 4 jê cezayê pereyan û ji bo televîzyonekê jî 3 rojan cezayê reşkirina ekranê hate dayîn. Her wiha Saziya Teknolojiyên Agahiyan û Ragihandinê 2 malperên înternetê girt, 2 caran asteng kir û ji bo 345 parvekirinên medyaya civakî jî biryara astengkirinê da.

"Le gel hemû astengî, zext û sansurê jî rojnamegeran di qadê de karên xwe kirin. Erdhej, hilweşîn, şer herwiha çi dibe bila bibe rojnamegerê li ser şopa lêgerîna heqîqetê ne ji qadê dê venekişin. Şert û merc çawan bin jî em dest ji pênûs û wênekêşa xwe bernadin. Em wek DFGjî di her cure şert û mercên zor de hevpîşeyên xwe yên li qadê bi tenê nahêlin û heta-heta jî bi hişmendiya piştevaniya hevpar dê li gel wan cihê bigire."

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin