Navenda Nûçeyan- Hemû werzên 2019an de ji kolberên Rojhilatê Kurdistanê wek hev bûn, Havînê gule û heldêr û Zivistanê jî berf, serma û guleyên hêzên ewlekarîyê ne. Ji bilî wê jî çêroka her du kolberên ciwan Ferhad û Azad Xesrewî ku di meha dawîyê ya 2019an de ji sermê canê xwe jidest dabûn, tevahîya xelkê Rojhilatê Kurdistanê xembar kir.
Li gor dawî amaran, nêzîkî 100 kolberan di sala 2019an de li ser sînor bi guleyên hêzên ewlekarîyê yên Îranê hatine kuştin û bi sedan jî birîndar û kêmendam bûn.
Li gor amarên ne fermî nêzîkî 100 hezar kolber li parêzgehên Ormîye, Sine û Kirmanşanê hene û barekî giran li kolên xwe hildigirin, ji bo pêwîstîyên jîyana xwe dabîn bikin.
Her çend e komara Îranê karê kolberîyê wek qaçaxîyê binav dike, lê di nava hikûmet û desthilata Îranê de hene jî, dibêjin nabe karê kolberîyê wek qaçaxîyê bê hesabkirin.
Hejarî û nebûna derfeta kar, hîştîye xelkê Kurdistanê ji bilî kolberîyê ti karekî din nebînin, ji ber ku derfeta kar li Rojhilatê Kurdistanê nîn e. Kolberên Rojhilatê Kurdistanê rojane wesîyetnameyên xwe dinivîsin, ji ber ku dizanin, dê şevekê ji şevan venegerin malên xwe.
Di sala 2020an de jî heman çêroka firotana jîyanê ji bo peydakirina nanê sibe bi kolberên Rojhilatê Kurdistanê re berdewam dibe.
Nûpel