Di 24 demjimêrên borî de 8 kolber bûn armanca hêzên Îranê

Di 24 demjimêrên borî de li sînorê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên din bûn armanca êrîşa hêzên çekdarên Îranê û hejmara wan kolberên 24 demjimêran de rasterast bi guleyên hêzên Îranê ve bûn qurban geheşt 8 kesan.

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê roja 07.06.2020ê çekdarên Îranê li zozanên Kanî Dînaran a ser bi Serdeştê gule li karwanekî kolberan kir û herî kêm 4 kolberên din birîndar bûne.

Li gor gotinên heman çavkanîyê di encama guleyên wan hêzên çekdar de 4 kolberên bi navên ‘’Erselan Ebdulayî, Osman Salihî, Hawbîr Îbrahîmî û Îbrahîm Resûlî’’ birîndar bûn.

Rojek berî naha jî ji ber guleyên hêzên çekdarên Îranê li zozanên Serdeştê, kolberekî bi navê Omer Meslehetî hat kuştin û 3 kolberên din birîndar bûn.

Nasnameya du kolberên ku duh birîndar bûn jî waha ye: Umîd Koşyar û Rehman Şayqî.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e