Di 24 saetên borî de hêzên Îranê 10 xwepêşanderên Kurd kuştin

.

Li çar aliyên dinyêi li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên ji bo kuştina keça Kurd Jîna Emînî berdewam dikin û di 24 saetên borî de ji ber guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê 10 xwepêşanderên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin û nêzîkî 50 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro 22.09.2022yê xwepêşanderan li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam kirin û di 24 saetên borî de tene li bajarên Şino, Seqiz, Urmiye û Şaabad ên Rojhilatên Kurdistanê 10 xwepêşander hatin kuştin û zêdetir ji 50 xwepêşanderên din jî li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê yên Sine, Bane, Pawe, Diwandere, Mehabad û hwd… birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin ku li piraniya bajarên Îranê jî bi taybet li Tehran, Rak û Tewrêzê xwepêşanderan êrîşî bi dehan banke û saziyên hikûmetê kirin û agir berdanê.

Hêzên ewlehiya Îranê ji ber weşandina xwepêşandanan û veguhestina deng û weşankirina xwepêşandanan gelek rojnamevan girtin.

Hat zanîn ku li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xetên înternetê ji aliyê saziyên ewlehiya Îranê ve hatine birîn û cîhên ku înternet lê heye jî pir giran û kêm kar dike û sansoreke zêde li ser heye.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn