Di 28emîn roja serhildanan de, di seranserê Rojhelatê Kurdistanê de serhildan berdewam e

.

Duh şev li bajarên Rojhlatê Kurdistanê de li bajarên weke, Sine, Kirmaşan, Merîwan, Mehabad, Seqiz, Îlam, Şino, Bokan, Kamêran, Pîranşar, Bane, Selasa Bavecanî û hin bajarên din yên Rojihlatê Kurdistanê keç û xortên bivêr û şoreşger rijiyane ser şeqaman û li dijî serkutkarî û reftarên dirindane yên hêzên rejîmê xwenîşandan lidarxistin û siloganên jin, jiyan, azadî û mirin bo dîktator dan.

 Li bajarên Seqiz û Bane, di navbera xwenîşanderan û hêzên serkutkar yên rejîmê şer û pevçûn derket û di encamê de hejmarek zêde ji xwenîşander hatin binçavkirin.

Herwisa roja Pênçşemî 22`ê Rezberê hejmarek ji endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan li Seqizê, li îdareya Perwerde û Hînkarî ya wî bajarî amadebûn û li derheq binçavkirin û tundtîjiyên li dijî dersxwanan û çûna bi bê belge ya hêzên ewlehî yên kinc şexisî bo xwandingehan û teqekirin û serkutkkirina dersxwanan nerazîbûna xwe nîşandan û daxwaza bersivdanê kirin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin