Di 33 rojan de li Îranê 81 kes hatine bidarvekirin

.

Li gorî agahiyên navxwe yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji rojekê piştî lidarketina hilbijartinên serokomariya Îranê heta niha 81 kes di girtîgehan de hatine bidarvekirin, li gorî agahiyan tenê di rojekê de 22 kes hatine bidarvekirin.

Li gorî rapora Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan, ji rojekê piştî lidarketina hilbijartinên serokomariya Îranê îro 8ê tebaxê, ku dibe 33 roj, herî kêm 81 kes di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine bidarvekirin.

Hevdem li gorî agahiyên Hengawê, roja çarşemê 7ê tebaxê tenê di girtîgeha Qizilhisara bajarê Kerecê de herî kêm 20 heta 22 girtî hatine bidarvekirin, ku 13 kes ji wan kurd bûne.

Bi gotina rêxistinên mafên mirovan, piranî bi tometa bazirganiya madeyên hişbir, hevkariya partiyên opozisyonê û çalakiyên civakî di girtîgehên Îran û Rojhilatê Kuırdistanê de, girtî tên bidarvekirin.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da