Di 70 saliya Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan de, abîdeyeke mezin li Brukselê hat danîn

Li Bruksela peytaxta Belçîkayê, bi çerçoveya pîrozkirina 70 saliya Beyannameya Gerdûnî ya Mefên Mirovan, vekirina abîdeyeke ji 15 hezar perçeyan çêkirî û 24 tonî hate kirin. Armanc balkişandina girîngiya parastina mafên mirovan e.

Vekirin ji aliyê Nûnera Bilind a Têkiliyên Derveyî yên Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, Direktora Ofîsa Brukselê ya Neteweyên Yekgirtî Barbara Pesce- Monteiro û çêkerê abîdeyê Hunermendê Îspanyolî Cristobal Gabarron ve hate kirin.

Gabboronê çêkerê abîdeyê got: Goga neynikî sembola dinyayê ye û 70 mirovên li serê jî 70 salên wê sembolîze dikin ku tê de jin, mêr, astengdar, çeremreşk, sipî, pîr, ciwan, lawaz û qelew hene, ev jî tevahiya mirovahiyê, curbicurî û pirçandîyî sembolîze dikin.

Li aliyekî din, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, binpêkirina mafên mirovan, her diçe zêde dibe. 

Li gor raporta Komeleya Mafên Mirovan, Rewşa Awarte ya îroyîn, ji salên 1980î xirabtir e û mayîndekirî ye ku ne pêkan e behsa mafên mirovan bê kirin û ji ber vê jî berê Tirkiyeyê ji Rojavayê, ber bi Rojhilatê ve, ji Rêziknameyên Siyasî yên Kophenhagê ber bi rêziknameyên 5ên Şangayê ve diçe. Di çespandina KHKyan de Destûr hate binpêkirin û rewşa civakeke demokratîk ji holê rabû. Di rewşa Awarte de lêgerîna mafan êdî nepêkan bûye. Parlamenteriya 10 parlamenteran hatin betalkirin û dest danîn 99 şaredariyan. 

Di vê pêvajoya Rewşa Awarte de bi KHKyan 116.512 kes ji kar hatine dûrxistin û gelek rojname, kovar û komele hatin girtin.

Li aliyekî din li girtîgehan,gelek binpêkirinên mafê mirovî hatin pêkanîn.

33 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û 2682 kes jî rastî îşkenceyê hatine.

Di raporta 2017an de İHDyê bale kişand binpêkirinên li Bakurê Kurdistanê û got:

Li bajarên Kurd lê dijîn, piştî 2015an ku şer cardin da destpêkirin, mafên jiyan û tenduristiyê yên zêdetirî 1.5 milyon kesî ku mafên bingehîn in, hatin binpêkirin. 94 şaredariyên bajar û navçeyan ji aliyê qeyûman ve têne birêvebirin û doz ji serokên şaredariyan re hate vekirin ku ji aliyê gelî ve hatibûn hilbijartin. Li aliyekî din digel Selahattin Demirtaş û Figen Yksekdağ ên hevserokên partiya HDPê, 9 kes girtî ne. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin