Di baweriya Êzdiyatiyê de wateya biratiyê

Kemal Tolan

Di baweriya Êzdiyatiyê de wateya biratiyê

„Bi destûrî navê Xwedê !

Sebeqeyên ji qewlê Hesedê al-Tewrî, ji bo me keremdiken, rondiken û dibêjen;

Bê bext nebe bi hevalê xwe re

Wê bibe tarîx ji hayeta te re

Dinya dore  û wê bê ji te re

Her wusa :

Birayekê bi bext û ê bi bawir

Gava ket tengavî yê,

Ye fer û ferz e, em wî birayî ji dest bernedin

Belê birayê bi nav hebe

Dilî xirab , enyete pîs

Ye fer e û ferz e

Zû bizû, em xwe ji wîdurkin

Têkiliya wî qet û qet nebin

Heke birayekî te ji muqbil e

û bi te ra sotî dile,

li ser cewaba te ye ewil e

heke ew desta ji te bihêle,

tû desta jê ne hêle.

Lê heke birayekî te ne ji muqbil e

û bi te ra ne sotî dile,

ne li ser cewaba te ye ewil e

heke ew desta ji te ne hêle,

Tû desta jê bihêl e

Ew birayê ji te dixot e

Li gel neke çû mamleta

Ew bi kêrnayê qet û qet e

Ew birayê ney bi te re

Tîreke , bêy per e

Bavêje û pey me re

Ew birayê ney guhdar e

Heke havîn e, heke bihar e

Ew ji kênarê başkave yî sar e

Ew birayê ney guhdaştî,

Darek di destî de ney aştî,

Her bi xwe qaley û bi xwe qaştî.

Me birayek divê li gel xwe rakin,

Sadiqê bi xwe ra tebakin,

Xemê bi xwere xemakin,

Heyî û neyî vêkȓa pakin.

Di vî qewlî de îşaretî pê nade ku, birayê şîrî bit, birayê cînarê te be, birayê her ayînekî terbiyelîbit.

Mûhîm, biraye .

Di hemû qewil û beytê Êzdiyatiyê de, ron , eşkere dike  û dibêje, binî Ademo (ango ji bo hemû beşeriyetê) an gelî bira. Êzdiyatî rêz û qedir dide hemû însaniyetê . Hemû bawerî, diyaneta û însaniyetê ji hev ra dike bira.

Lewma jî sebqeyek ekîtdike û dibêje:

Ev dinya , dinyayeke pir rengîne.

Ye tijiye ji hemû qewm, mehseb û dîne

Her kesek bi zar û zimanê xwe Xwedê di hebîn e

Ev dinya dinyayeke bi hêz e

Ye tijiye ji qewm, milet û rêz e

Her kesek bi zar û zimanê xwe Xwedê diperêz e

Û tamam Xwedê ye“*

Nivîskar Kemal Tolan, ev ji ber „axaftina rêzdar xilmetkar Şero Birahîm“*  nivîsandiye.

*26.11.2024 https://www.facebook.com/100018146965641/videos/551156680883838