Di bin dengên gulleyan de amadeyî kirin û bûn şampîyon

Koma Govendê ya Dîyarbekirê di nav 450 koman de li temamîya Tirkiyê bû yekemîn.

Ji alîyê Federasyona Folklorê ya Xelkê li bajarê Antalyayê pêşbirk li dar ket. Koma Govendê ya Dîyarbekirê di nav 450 koman de li temamîya Tirkiyê bû yekemîn.

Çetîn Eroglu ku yek ji komê ye û ji Sûra Amadê ye dibêje; "wan di bin dengê guleyan de amadeyîya pêşbirkê kirine; hendek û berîqat hebûn, rê girtibûn, xanî wêran kirin, ew jî ji mala xwe bûye. Lê wan dev ji listikê bernedane û di encamê de bûne şampîyon."

Hêjayê gotinê ye Ekîba Folklorê ya Dîyarbekir berê jî pênc caran bûye yekemîn ê Tirkiyeyê.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")